GÜNCEL

KENAN KIZIL KOÇA DAWÎ KİR

KENAN KIZIL KOÇA DAWÎ KİR

Kenan Kızıl, di sala 1954’an de li Farqînê hatibû dinyayê. Berî 12 yê Îlonê serokê DHKD a Diyarbekirê bû. Kızıl di dema xwe de, yek ji pêşeng û têkoşerê ciwan ê Kurd bû. Cunta faşîst a 1980 Kenan avête zindanê, teda û işkenceyên nedîtî lê kir. Piştre dadigehê 15 sal ceza da Kenan her wiha ew 8 sal di zindana Diyarbekir de, di bin zilm û işkence û zordestîyê de ma girtî.
Kenan KIZIL, têkoşerekî Rêya Azadîyê bû.Tu wextek ji têkoşîna Azadîya Kurdistanê cuda nebû û dilsar û bê hêvî nema. Piştî ku ji zindanê hate der, dîsan di nav xebata Rêya Azadîyê de, ciyê xwe girt û mil bi mîlê hevrêyan, meşa xwe domand. Kenan Kızıl di xebata damezrandina partîya me, HAK-PAR’ê de (Partiya Maf û Azadîyan) ref girt, paşî wexta, dewrek endametîya Meclîsa HAK-PAR’Ê jî kir. Kenan endamê şaxê HAK-PAR’ê yê Amedê bû.
Kenan Kızıl li dû xwe çar zarok û bi hezaran heval û hogiran hişt û roja 12.11.2017 li Amedê bi sedemê qeyrana dil, ji nav me koçber bû, çû ser dilovanîya xwe. Ruhşad be. Serê gelê Kurd sax be. Serê malbata KIZIL û dost, heval û hevrêyan sax be. Di nav ronahîyê de razê.

Buroya Çapemenîya HAK-PAR’ê

 

About Post Author