GÜNCEL

Lİ BAŞÛR BAYÊ HAK-PARÊ RABÛ!

Lİ BAŞÛR BAYÊ HAK-PARÊ RABÛ!

Latif EPÖZDEMİR
Partîya me, li Başûrê Kurdistanê ofîsa xwe vekir. Roja 16’yê Êlûnê desteyek ji dost û heval û endamên HAK-PAR ’ê ji derîyê “Brahîm Xelîl” derbas bûn û ber bi Hewlêra paytext ve ketin rê. Heyeta HAK-PARÊ di Zaxo û Dihokê de borî û geyîşte Hewlêrê.

Heyeta HAK-PARê dest bi bernameya xwe kir. Heyet bi bandrolên partîyê û bi alayên Kurdistanê ve heta ber parlamentoya Kurdistanê meşîya.Televizyona K24 jî liwê hazir bû. Piştre serokê HAKPAR’ê Refik KARAKOÇ ji bo raya gişti û çapemenîyê daxuyanîyek da. KARAKOÇ, ka gelo çima çalakîyek wiha dikin û raya HAKPARê li ser gelpirsînê (referandum) anî ziman. KARAKOÇ daxûyan ku “serxwebun mafê here rewayê Kurdistanîyan e.Tu kesek nikare li berê Kurdan ji rêya serxwebûnê bide alî. HAK-PAR bi dil û can piştgirîya gelpirsînê (referandumê) dike. Piştî daxûyanîya Refik KARAKOÇ, birêz İbrahîm GÜÇLÜ ji raya xwe anî ziman. K24 bi zindî ev çalakî weşand.

Piştî çalakîya ber parlamentoyê girse dîsan bi perçem û alayên HAK-PAR û Kurdistanê ve meşîyan ber bi “Parka Şarewanîyê” ve. Li wir xwepêşandan û şadûmanîyek mezin hebû. Çalakvanên HAK-PARê beşdarî wê çalakîyê jî bûn. Hunermenda Kurd FATÊ jî li ser dikê bu û sitranên serxwebûna Kurdistanê digot. HAK-PAR’îyan li vê derê belavok belav kirin û bi xwepêşanderan re sihbetan pêk anîn. Paşî girse vegerîya ofîsa HAK-PAR’ê.
Roja 17’ê mehê roja merasima vekirina ofîsê bû. Amadekarî dest pêkirin. Alaya kurdistanê ber bi asîmanê heşin ve hate bilind kirin, hawir bi ala û perçeman hate xemilandin.Tabelaya HAK-PARÊ li diwar ket, pankart û afîşên HAK-PAR’ê ofisê û derdorê ofîsê xemilandin. Merasim saaet li diduyê paşinîvro bû.
Di merasima vekirina HAK-PARÊ de nêzikî 200 mêvan beşdarbûn. Cîyê şanazîyê bû ku hemû hêzên Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê wê rojê li cem hev bûn. Ji başur, alîyê hikûmeta Kurdistanê serokê parlamana Kurdistanê rêzdar Cafer EMİNKİ , wezirê Rewşenbîrî Dr.Salar OSMAN , parêzgerê (Walî) Hewlêrê Newzad HADİ, ji partîyan; KDP, YNK, PSDK, YEKGİRTÛ beşdarê merasima me bûn. Li ser navê PDK Rêzdar Elî Huseyn ( serokê pêwendiyên navxwe, endamê KN) ,Nîzar Botanî, Çimen Xan û çend kes ji rageyandina KDP mêvanê me bun. YNK jî, bi du endamê komita navendî û berpirsîyarîya rageyandinê hatibûn. Wirya ZENGANE endamê mekteba sîyasî, Xalis BİRADOSTKÎ endamê KN, di merasimê de beşdar bûn. Partîya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê jî, bi rêzdar J.ZEKERÎYA mêvanê me bûn. Serokê binkeyê Laleş Şêx ŞEMO jî peyamek ji bo HAK-PARê şiyandibu. Her wiha Ehmed Kanî û Xelil Sincarî ji bi telefonê ji me re serketin xwest.
Di merasîma me de, ji rojhilat endamê deftera sîyasî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKİ) Mehmed Nezîr Qadirî û endamê komîteya navendî Mehmed Salih Qadirî û çend hevalê dî merasima me de beşdar bun.Ji Komelaya Şorişgera Zehmetkêşê ji,endamên komîta navendiİbrahim Muhammedi,İdrîs Kuladyî,berendamê KN Saman Rîşasahib mêvanê me bun. Partîya Azadîya Kurdistanê-İRAN û Hizba Demokrata Kurdistanê-İRAN jî beşdarê merasimê bibun.
Ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên ENKS ( Enîya Niştimanîya Kurdên Surîyê), nûnerên hemû partîyên Kurdên Surîyê jî li wê bûn. Partîya Demokrata Kurdistana Suriyê, Partiya Yekîtîya Kurdên Suriyê, Partîya Pêşveruya Kurdên Suriyê, PYDKS, EL-PARTİ, PDNKS, PÇKS, her yek bi çend nûner û rêberên xwe beşdarê merasima partîya me bûn. Hemîdê HACİ DERWÊŞ (serokê Partîya Pêşverû) û Brahîm Biro (Serokê ENKS) jî peyam şîyandibûn. Rewşenbîr û nivîskar Mihemed HEMO jî li cem me bû. Dr.İzedin Temo, Hesen Qasim (Tevgera civaka Sivîl) û gelek rewşenbîrên Kurdên Rojava mêvanê me bûn. Hunermend Ezîz jî li wê bû.
Ji bakûrê Kurdistanê nûneren PDK-T, PAK, KDP û PWD’ê jî beşdarî merasimê bûn. Desteyek ji tacir û rewşenbîr û xwendevanên bakûrê Kurdistanê ku li başûr bineci bûne ew jî di merasimê de hazir bûn. Hunermendên Kurd BRADER û FATÊ Xan jî mêvanê me bûn.
Merasim ji alîyê cigirê serokê giştîyê HAK-PAR’ê Latif EPÖZDEMİR ve bi Kurmancî û Soranî hate pêşkêşkirin. Di destpêka merasimê de, rêz ji bo şehîdan, yada şehîdên Kurdistanê, silavkirina pêşmergeyan, silavkirina mêvanan destpê kir. Paşê , kurdeleya derîyê ofisa HAK-PARê; ji alîyê rêzdaran hat birrin.
Kemal BURKAY (Serokê Weqfa Rêya Azadî,niviskar,birewer û siyasetmedarê Kurd)
Cafer EMİNKÎ (W.Serokê Parlamana Hikumeta Herêma Kurdistanê)
Dr. Salar OSMAN ( W.Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan)
Elî HUSYN (Endamê KN PDK,berpirsê pêwendîyên navxwe)
Newzad HADÎ (Parêzgerê (WALİ) bajarê Hewlêr’ê)
Refik KARAKOÇ (Serokê HAKPAR’ê) ve hate meqes kirin û mêvan daketin ofîsê.Di merasimêde her pênç kesên ku Kurdele birîbun her yek hestên xwe anîn ziman. Mêvan li ofîsa me fersend dîtin ku bi hevre sihbetê bikin.

Merasima ofisa HAK-PAR’ê saet didûyê paşî nivro dest pêkiribu û saet li çaran kuta bû. Di heman rojê de li Koysencaxê yada Dr. Seîd ŞEREFKENDÎ (Şehit sekreterê giştiyê Hizba Demokrata Kurdistana İranê) hebû. Kemal BURKAY û çend hevalên din beşdarî wê merasimê jî bûn. Hevalên ku ji bakur hatibûn ew jî êvarê birêketin vegerîyan welat.
Roja 19 ‘yê mehê Sekreterê giştiyê KOMELA şorişgerên Zehmetkê Rêzdar Abdullah Muhtedi hate serdana ofisame û li me pirozbayi kir. Di vê merasimê de rêzdar Burkay û Muhtedi li ser pirsên welat û pêvajoya navçe sekinîn.
Em li ser navê HAK-PAR’ê sipasiyan hemû beşdar û mêvanan dikin, sipasiya hevalên me yê ku ji bakur hatibûn dikin, her wiha sipasîya PDK dikin ku gelek bi dilgermî dostanîya me kir, bû alîkar bo ev merasim bi başî derbas bibe. Sipas ji karmend û berpirsên ADACAFE re, ji A.Selam û Azad re ku gelek zehmet kêşan di ber damezrandina ofisa me de. HAK-PAR bi dilgermî pirozbayî li komîteya vekirina ofîse dike ku ew Ji Latif EPÖZDEMİR, Abdullah ÇELEBİ, Düzgün KAPLAN, Cafer STÊRK û nûnerê ofisa meya Hewlêr Zana SEZEN pêk hatibûn.

About Post Author