GÜNCEL

Em bombe barankirina Şengalê ji alîyê Tirkîyê ve protesto dikin

Em bombe barankirina Şengalê ji alîyê Tirkîyê ve protesto dikin

Tirkîyê di şeva 25.04.2017-a saet 02.30 de, li Kurdistana Başûr li devera Derîyê Gelî Qesrê ya Şengalê da ber bombeyan.

 

Tirkîyê bi armanca lêxistina Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) yên bi PKKê ve grêdayî, êrişeke ezmanî kir, baregeheke Pêşmerge û cihên sivîl bûn hedefa bombeyan. Pênc pêşmerge şehîd bûn, neh jî birîndar bûn.
Bi bahaneya şerê dijî PKKê, îhlalkirina deshiladarîya Kurdistana Başûr û bi balafirên şer bombekirina Şengalê nayê qebûlkirin, em vê yekê bi tundî protesto dikin.
Em bang li Tirkîyê dikin ku ji ber vê êrişa ezmanî ya xwînrij, ji Kurdistana Başûr lêborînê bixwaze û zerarê tanzîm bike.

 

Wek HAK-PAR em dixwazin derhal dawî li van êrişan bên anîn û careke dî dubare nebin.
Dewleta Tirk, nikare bi bombekirina çil û çîyayên nav sînorên xwe, him jî yên welatên cîran; Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojava, pirsak Kurd çareser bike. Divê pirsê bi rîyên aştîyane û demokratîk çareser bike.
Dîyar e ku Pirs bi metodên eskerî, bi zor û şîdetê, bi operasyonên derveyî sînoran, heta roja îro çareser nebû. Ji vir şûnda jî wê tu encamê nede. Ev yek tenê dikare Tirkîyê bêtir bikişîne nav xeterên mezintir.
Li alîyê din PKK nabe li Şengalê bimîne. Digel hemû bang û daxwazên Kurdistana Başûr jî PKK li wê derê ma,ji alîyekî ve jî şer kişande navçê, bû sebebê bêîstikrarî û tevlihevîyê. Di serî de aramî û ewlekarîya Êzdîyan û ya hemû Kurdistanê dikeve bin xeterê. Ev yek, di eynê wextê de dikare ji Referandûma Kurdistana Başûr re astengîyan bi xwe re bîne holê.
PKK divê bi berpirsîyarî tevbigere, ji îrade û biryarên Kurdistana Başûr re rêz bigre û rojekê zûtir ji Şengalê vekişe.
25.04.2017
HAK-PAR
BUROYA ÇAPEMENÎ

 

 

About Post Author