Şervaneke din ya azadiyê jî ji nav me koç kir.
Endam û birêvebirê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê û dildar û tekoşerê gelê xwe çû ser dilovaniya xwe.
Şerîf Altıntaş ku do ( 24.05.2013) li Enqerê di encama zexta xwînê ya ku binind de, jiyana xwe ji dest da, anîn Bajarokê Niseybînê û li vir hat definkirin.
Di merasîna definkirinê de Serokê Giştî Yê HAK-PARê Kemal Burkay, Cigirê Serokên Giştî Bayram Bozyel, Hasan Dagtekîn, Reşit Delî, Fehmi Demîr, Alaatin Aras, Arif Şevinç û Dervoş Korkmaz, ji lijneya serokatiyê Necati bayram û Celal Yildiz, serokê Amedê Vasif Kahraman, yê Nîseybînê yê Niseybînê û hêjmareke mezin endam, dost, heval û hogirên wî, malbat û xizmên wî beşdar bûn.
Di merasima definkirinê de Serokê giştî yê HAK-PARê Kemal Burkay, axaftineke kurt kir, kar û xebat, dilsozî û tekoşeriya wî bilind wesfand.
Burkay, balkişand ser tekoşîna wî ya bê rawestan ya him li nav welat, him li dervayê welat ya dûr û dirêj.
Şerîf, hêj di dema ciwaniya xwe de di nav refên Riya Azadî de dest bi tekoşîna rizgarî azadiya gelê xwe kir
Di salên 1990-an de piştgiriya kovar û rojnameyên wek Kovara Dengê, rojnameyên azadî, Dengê azadî, Ronahî, Hevî, Roja Teze, Dema Nû kir.
Di partiyên wek HEP, DEP, DDP, BDP û HAK-PARê de cî girt û piştgirî da wan.
Di piraniya Sendîqayên karmendan de cî girt û xizmetên berbiçav bi cîh anî.
Ciyê şînê li Niseybînê dom dike.