GÜNCEL

ŞENGAL HAT RİZGARKİRİN

Nêzîkî salaek nîve ku Terorîstên DAİŞ’ê warê Kurdên Êzdî Şengalê dagîr kiribun. Berî çend rojan Şengal bi desteka hewaî a hêzên hevpeymanî u bi qeweta pêşmergeyên herêma Kurdistanê u şervanên Êzdî, hate rizgar kirin.Terorist u çepelên DAİŞ’ê, li Şengalê şikestek mezin xwarin u ji bajêr hatin derxistin.

 

Piştî ku terorîstên DAÎŞ’ê eyaleta MUSUL a bi ser hikumeta merkezîya Iraqê ve,dargir kirin, êriş birin ser bajarê Şengalê a ku cînişînê Kurdên Êzdîye,bi sedan genç u xort u mêrên Kurdên Êzdî di nav bajêr de bi dirindehî kuştin,bi dehan keç u jinên Êzdî, di gel xwe revandin,wan xistin bin çarşefa u li bazarê wek kole derxistin firotanê; yan jî wek carîye li xwe mar kirin u pêşkêşî hevkarên xwe kirin.Cînişînên Şengalê ji ber vê zilmê berê xwe dabe çîyayê Sincarê u bi dehan roj tên u birçî ji ber zordestîya çepelên DAİŞ’ê revîyan,bajer betal kirin.Bi dehan zaruk u kal u pîr di vê rêwengîyê de neçar u nexweş ketin u jîyana xwe ji dest dan.Ev wehşeta ku hatibu serê wan,jiber bawerî u aqîdeya wan a olî bu. DAÎŞA terorist fermana Kurdên Êzdî rakiribu.

 

Hikumeta herêma Kurdistanê sing u baweşa xwe ji Kurdên Êzdîyên penaberê Şengalê re vekir u wan hetanî niha jî di nav avadanî u aramîyê de diparêze.Hikumeta Kurdistanê alîkarî kir ku jin u zarukên Êzdî di nav ewlekarîyê de sitar bikin u jîyana xwe bidomînin.

 

Rizgarkirina Şengalê bêniqaş, zerbeyek here mezine ku hetanî îro li DAÎŞ’ê hatîye xistin.Lewra Şengal ji bo terorîstên dagirker ciyek gelek stratejîk u giring bu.Şengal pirek bu di navbera herdu baregayê merkezî a DAİŞ’ê de. Rêya here mezin a di navbera Musul u Rakkayê de, di Şengalê de diborîya. Niha ev rê di destê pêşmergeyên hikumeta hêrêma Kurdistanê deye.

 

Bi kontrolkirina Şengalê peşmerge perr u baskên teroristan şikandin u wan bê taqet hiştin.Terorîst ketin nav tirs u xofek mezin u dest bir evê kirin.

 

Her wek tê zanîn pişti ku Şengal hate dagirkirin, kesên ku destê wan çek digirtin çek wergirtin u piştî demek li bin bandura peşmergeyên hikumeta herêma Kurdistanê dewreyan dîtin u perwerdeya leşkerî sitendin da ku cîwarê xwe di ayende de bikaribin biparêzin.Ev hêza Kurdên Êzdî jî, di kêleka pêşmergeyan de, beşdarê operasyona rizgarkirina Şengalê bun u bi gernasî têkoşîyan.

 

Şengal niha di destê peşmergeyan deye. Şengal niha çol u betal u valaye.Gelê Şengalê dixwaze rojek zûtir vegere ser erd u axa xwe.Gelê Şengalê ji zilmê re dibêje bes. Dixwaze ku bêtirs u xof li aqarê xwe, jîyana xwe bidomîne.Di nav azadî u ewlekarîyê de bajarê xwe şên bike.Teroristan Şengalek xerabuyî u kavil li du xwe hiştin paşî cihîmin u çûn. Şengal îro birîndare.

 

Ji bo ava kirin u avadan kirina Şengalê hewcehî bi arîkarîyek netewî u navnetewî heye. Lazime li Şengalê xal u xetên zordestî u dagirkerîyê bi zûyî werin labirdin. Şengal ji nuve were avadan kirin.

 

Gelê Şengalê dixwaze vegere mala xwe u bi ewlehî jîyana xwe bidomîne.

 

Şengal jî weka Kerkuk u Xaneqîn u Mendeli u Rewanduz u Derbendîxan u gelek cîyên din axa Kurdistanêye lê sed heyfîn ku ne girêdayê hikumeta herêma Kurdistanê ye.Şengal qezaya parêzgeha Musulê ye.

 

Lazime ku Şengal rojek zûtir vegere ser hikumeta herêma Kurdistanê u ji parêzgeha Musul were veqetandin. Ewlekarî u parastina Şengalê divê bi yekcarî di destê pêşmergeyên Kurdistanê de be.

 

Divê Şengal bibe parêzgeh u yarmetî u destekek berçehv ji hikumeta merkezî a Iraqê jî werbigre.Ji bona ku ew wehşet u zordestîya rabirdî careke din ducar nebe, lazime tevdir were sitendin u Şengal bi giringîyek taybet were parastin.

 

Serokê herêma Kurdistanê cenabê Berzanî, sozek dabu gelê Şengalê, ku wê cehd bike da ku Şengal rizgar bibe. Rêzdar Berzani, vê soza xwe çend roj berê anî cî u wek fermanderek li serê hêza pêşmergeyan çu sefera rizgarkirina Şengalê.Piştî ku bi operasyonek aqilmend Şengal bê xesar kete destê pêşmergeyan, serok Berzani ji sengerê şer rageyand ku Şengal hatîye rizgar kirin.Ev mizgînî dilê hemu Kurdan şa kir.

 

Em weki Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR; rêzdar Berzanî u fermanderên licneya bilindaya pêşmergeyan a ku di bin serkêşîya cenabê Berzanî de beşdarê kontrolkirina Şengalê bune, bi dil u can pîrozbayî dikin. Her wiha silavên germ u birayane ji bo pêşmergeyên qehreman pêşkêş dikin.Her hebin u her bijîn parêzgerên azadîya Kurdistanê. Kurdistan bi we, serbilin de.

 

Şengal axa Kurdistanê ye, divê vegere ser hikumeta Kurdistanê.

 

Silavên germ ji gelê Şengalê re. Pîroz be rizgarîya Şengalê.       14.11.2015

 

Latif EPÖZDEMİR

Cîgirê Serokê Giştîyê

Partîya Maf u Azadîyan/ HAKPAR              

About Post Author