Em, êrişên ku aliyên sivîl hedef digrin, bi tûndî şermezar dikin
Em wek Partiya Maf û Azadiyan, rewşa heyî ya li Tirkiye û Kurdistanê baş nabînin û ji ber vê yekê jî, derbarê dahatûya gelên vî welatî de di nav fikareyeke mezin de ne.
Dinya alem dizane ku sedemê esasî yê vê rewşê, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Heta ku ji vê pirsgirêkê re çareseriyek aqilane ya mayende neyê peydakirin, dê Tirkiye nikaribe xwe ji vê gerîneka tundiyê xilas bike.
Ji hêlek din ve jî, ew aliyên ku jbo bidestxistina maf û azadiyan, rê û rêbazên çekdarî û tundiyê bi kar tînin, divê bizanbin ku ev şêwazên tekoşînê, ji azadiya Gelê Kurd re xizmetê nake. Her wisa, rê li ber çareseriyê dixitimîne. Ji ber vê yekê ye ku sedem û armanc çi dibe bila bibe, teqandina bombeyan ya di nav bajaran de ku dibe sebebê kuştin û birîndarbûna kesên sivîl, çalekiyên terorî ne.
Ev rewş, hatiye merheleyeke wisa ku divê hemû alî, sazî û dezgehên siyasî û sivîl ku bi rê û rêbazên aşîtiyane têdikoşin, li hemberî van kiryarên nemirovane ku ji aliyê kîjan alî ve tê kirin bila bê kirin, bi tûndî nerazîbûn nîşan bidin.
Partiya Maf û Azadiyan, pêşîlêgirtina hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê, di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyeyê de wek pêngavek girîng ya erênî dinirxîne.
Her wisa, daxwaza me ji rayedarên hikûmetê ev e ku di sepandina rewşa awerte de ku piştî hewldana derbeyê hat ragihandin, ji normên demokrasî û huqûqa navneteweyî dûr nekevin. Her weha, divê ev rewşa nû ku piştî hewldana derbeya leşkerî derketiye holê, baş bê nirxandin daku kirdarên bûyerên wek Roboskî, Amed, Pirsûs, Enqere û Îstenbolê bên dîtin û jibo bên cezakirin, radestê dadgehê bên kirin. Divê hikumet bi kiryar û teserûfên xwe, ji pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê dûr nekeve. Di vê pêvajoyê de ku sazî û dezgehên dewletê ji nû ve tên dîzaynkirin û bikeyskirin, divê rayedarên hikumetê guh bidin deng û pêşniyarên aliyên azadxwaz û aşîtîxwaz. Her wisa, divê demek zû dawî li rewşa awerte bê anîn.
Ji aliyek din ve jî, derbarê makazagoneka nû de ku ev demek dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye, Partiya Maf û Azadiyan bang li rayedarên hikumetê û aliyên pêwendîdar dike û dibêje;
– Divê Makezagonê nû ligel pirrengî û pirdengiyê, bi hişmendiyeke demokratîk bê amadekirin ku maf û azadiyên hemû gelên li Tirkiyeyê û aliyên din yên civakê di nav xwe de bihewîne û mîsoger bike.
– Di vê çarçoveyê de, jibo peydakirina çareseririyeke mayende ya pirsgirêka kurd, di pêvajoya ji nû ve bikeyskirina pergala heyî de, pergaleka Federalî li ber çav bê girtin. Divê kurd jî, bi teqez wek alî beşdarê pêvajoya amadekirina Makezagona nû bibin.
Piştî daxuyaniya yek ji birêvebirên KCK-PKKê Cemîl Bayik ku gotibû; “Em ê ji vir şûnde şer bînin nav bajaran…” ew herdu bûyerên li Amed û Qoserê ku wesaîdên bombeyî bi taybet li cîwarên sivîl hatin teqandin, gelek seyr e. Çu kes van çalekiyên nemirovane negre ser xwe jî, ji ber belavkirina daxuyaniyên bi vî rengî, ev çalekî û êriş ji PKKê re dibe mal.
Kîjan alî dike bila bike, teqên û çalekiyên bi vî rengî bi çu awayek nayên qebûlkirin û em napejrînin.
Bi vê mebestê, em bang li Gelê Kurd dikin ku herî zêde ji vî şer û bûyerên bi vî awayî zerarê dibîne, li hemberî van çalekî û êrişan bêdeng nemîne. Her wisa, bang û daxwaza me ji sazî, dezge û aliyên demokrat, aşîtîxwaz û azadîxwaz jî ev e ku li hemberî van çalekî û êrişên terorî, tavildest helwest nîşan bidin û bi tûndî şermezar bikin
14.08.2016/AMED
PARTİYA MAF Û AZADİYAN