GÜNCEL

HAK-PAR, girtina Serokê Giştî yê ENKS Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtîyê Sulêman Oso bi tundî protesto dike

HAK-PAR, girtina Serokê Giştî yê ENKS Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtîyê Sulêman Oso bi tundî protesto dike

Roja 13.08.2016a lı bajarê Qamîşlo Serokê Giştî yê Encumana Netewî ya Kurdên Surîyê (ENKS) Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtî Sulêman Oso ji alî ‘’Asayîş’’a PYD ve hatin revandin û binçavkirin. Ev kiryara zordest û neheq ji alî hêz û dezgehên demokratîk û welatparêz ve bi tundî hat protestokirin û rûreşkirin. Bro û Oso rojek pişî rojekê serbest hatin berdan.

 

Wek HAK-PAR em careke dî van metodên şîdetê û zorbetîyê rûreş dikin. Wek tê zanîn zordestiya ‘’Asayîş’’a PYD li hember ENKS û hêz û kesên welatparêz roj bi roj zêdetir dibe. PYD û hêzên wê yên çekdar bi qedexekirin û astengkirina xebata siyasî ya welatparêzên Kurd, wek nîşaneka rojên tarî û reş li hember gelê Kurd datîne. Divê rojek berê dest ji metodên şîdetê û kirinên antîdemokratîk berde. Gelê Kurd wê tu wextê ji medotên zordestî û çavtirsandinê re stuyê xwe xwar neke.

Em ji Serokê Giştî yê Encumana Netewî ya Kurdên Surîyê (ENKS) Birahîm Bro û endamê rêvebirîya Partîya Yekîtî Sulêman Oso re derbasîyê dixwazin.

HAK-PAR
Buroya Çapemenîyê

About Post Author