Em naletê li êrişa ku li Qamîşlo çêbû dikin.
Li bajarê Qamîşlo, li taxa Garbî, di encama teqandina erebeya bi bombeyan barkirî 50 kes hatin kuştin û gelek kes brîndar bûn. Li dera ku teqandin hat kirin xesar û zîyaneke mezin çêbû.
Rêxistina DAİŞ ev Êrişa hovane ya terorîst hilda ser xwe. Em ji wan kesên ku di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane re ji Xudê rehmetê û ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxîyê dixwazin.
Wek tê zanîn li bajarê Qamîşlo hêzên rejima BAAS jî hene, îcar êrişên DAİŞ jî lê zêde bûn ev yek hêjayî baldarîyê ye. Ji berk u DAİŞ wek rêxistineke taşeron di xizmeta hemû hêzên şer û xirabîyê de ye ku li hemû beşên Kurdistanê wek belayeyekê li hember gelê Kurd tên xebitandin. Divê bête dîtin ku ji bo pêşî lê girtina qetlîamên nû, berterefkirina êrişên li hember gelê kurd ancax bi çêbûna yekitiya hêzên netewî dikare pêk bê. Divê hêzên rejimê ji van deveran bê derxistin û dûrxistin û hêzên kurdan yên siyasî yên cuda, di çarçova Peymana DUHOKê de dest bidin hev, hevkarîya xwe xurt bikin. Serketina gelê me bi vê yekê ve girêdayî ye. Wek HAK-PAR, em naletê li wan dikin yên ku ev êrişa xwînxar û nemirovî kirine. 27.07.2016
HAK-PAR
Buroya Çapemenî