Rêzekonferansên HAK-PAR yên li Ewropayê berdewam dikin
Ji piştî konferansên Parîsê û Den Haag`ê, di 18.6.2016 an da jî li bajarê Kolnê konferansa HAK-PAR’ê bi babeta „Rewşa dawî ya li Rojhilata Naverast û Tirkiyê“ hete meşandin.
Die destpêkê da serokê Komela Piştgiriya HAK-PAR Ewropa li ser navê Komîta Kargêr tevaya beşdaran û serokê HAK-PARê berêz Refik Karakoç û cîhgirê wî berêz Abdullatif Epözdemir silav kir.
Serokê Komela Piştgiriya HAK-PAR Ewropa kurteagahîyek di derheqa kar û xebatên Komela Piştgirtiya HAK-PAR Ewropa da beşdaran.
Ji piştî bi rêzgirtinî bîranîna şehîdên Kurd û Kurdistanê ra konferansa serokê HAK-PAR’ê dest pê kir.
Berêz Karakoç bi zimanê kurdî zaravê kirmanckî va dest bi axaftina xwe kir. Paşê bi zaravê kurmancî berdewam kir, bi zimanê tirkî va jî dawî axaftina xwe anî.
Babêtên ku di vê konferansê da jî derketin pêşyê ev bûn:
-Şerê ku li Rojhilata navîn tê meşandinê, taybetî jî şerê ku li ser axa Kurdistanê tê meşandinê
-Daxwaziya Azadiya Kurdistana Başûr û serê ku li Rojhilata Kurdistanê dîsa destpêkiriye û destkeftiyê Rojava
-Mafên kurdan yên rewa /-Pirsa yekitiya kurdan/-Politika dewleta tirk û dagirkerên mayîn
Serokê HAK-PAR’ê Refik Karakoç bersiva van pirsana li gorî polîtîkayên partiya xwe dan û şîrove kirin. Karakoç ji bo şerê ku li rojhilata navîn û li ser erdê Kurdisranê tê meşandinê got: „Ev şera ne şerê me ye. Ev şera şerê dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan e. Dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe Kurdistan perçe kiribûn, dixwazin îro hinek guhartinan pêkbînin. Divê tevaya kurdan taybetî jî partiyên kurdan gelekî hişyar bin. Divê em gelek baş bizanibin em ê gel kê hevaltiyê daynin. Divê kurd êdî ji bo xwe bixebitin, şer bikin, ne ji bo hêzên dagirkeran. Taybetî jî ev şerê qirêj yê ku li Kurdistana Bakûr tê meşandinê. Divê ev şera bê rawestandin. Berê gund niha jî bajar û bajarokên Kurdan têne wêran kirinê. Ji bo mafên Kurdan yên rewa hewcetiya şerê çekdarî tune. Em dikarin wan mafên xwe aşitiyane bixwazin û bo wan bitekoşin.“ Karakoç di vê derheqê da pêda çû û polîtika HAK-PAR’ê raxiste ber çavan.
Di derheqa xala dudan da, partiya xwe ji bo daxwaziya Hukumata Herêmê ya Kurdistaneke Azad û referandumê bi zimanekî zelal anî ser ziman. Her usa piştgiriya partiya xwe ji bo destkeftiyên Rojava jî eşkere kir lê pirsgirêka di navbera partiyên wê herêmê jî anî ser ziman. Pistgirîya partiya xwe ji bo tekoşîna Kurdên Rojhilata Kurdistanê jî anî ser ziman. Karakoç got: „ Ji bo tekoşîna ku ji bo mafên kurdan yên rewa ku wek şîrê dayika wan li wan helal e, hewce nîne ku em şerê çekdarî bimeşînin. Ev şera destxistina mafên me derengî dixe, dibekû derfet hema bi giştî ji destên me derkeve. Divê em ji bo van mafana rêyekê bibînin bi hestên netewî û welat perwerî dest bidin hev û bi riya aşitiyane û demokratik va bigîhîjin armancên xwe. Ji bo çareseriya pirsa Kurd, mafê kurdan yên netewî û demokratik polîtikayên dewletê tunin. Eger hebûya ji bo çareseriyê tenê partiyeke ku dibêje „Em ne partiya kurdan e“ ra hevdîtin çênedikir. Divê hemû Partî di nava vî karî da cîh bigirin.
Di derheqa yekitiya partiyên Kurdistana Bakûr da jî, Karakoç got: “Partiya me platformeke netewî ye. Destûr û bernama me ji bo hemû kesan e, ne ji bo ideolojîyekê ye. Van hevalên ku partî damezirandine tevayî di dema damezirandina HAK-PAR’ê da di nava vî karî da bûn. Rêberiya wê da cîh girtibûn. Hinek serok bûn, hinek cîhgirê serok. Gelo çi hate guhartin, em çi ji hev û di cudatir dixwazin. Em hemû dibêjin sistemeke federative çareseriyeke here baş e. Em hemû perwerda zimanê dayikê jî dixwazin. Partiya me ji bo hemû hevalan vekiriye. Mafê me yê hilbijartinan heye. Em çima nakevin bin vî banî. Em bangî hemû kurdperweran, welatperweran dikin, bila mil bidin me, em tevayî ji bo mafên xwe bixebitin. Eger xeteke netewî û demokratik pêk were, emê bidin dû wan. Bila ev jî bê zanîn.”
Di derheqa polîtîkayên dewletên dagirker da jî Karakoç dîtiniya partiya xwe eşkere kir: Dewletên dagirker nehatine guhartin. Ew naxwazin mafên kurdan yên netewî û demokratik hema ji ber xwe da bidin, lê belê diya hatiye guhartin. Dewletên di pişt wan da wekî berê nînin. Berjewendiya xwe diparêzin belê, lê guhartinên ku di dewletên dagirkerên Kurdistanê da dibin, dibin sedemên guhartinên hevalbendan jî. Divê kurd heval girtinên da hişyar bin.
Ji piştî axaftina Berêz Refîk Karakoç beşa pirs û bersivan bû. Di vê beşê da beşdaran pirsên xwe kirin, serokê HAK-PAR’ê jî bersivên wan da. Berdiva hinek pirsan jî cîhgirê serokê HAK-PAR’ê berêz Abdullatif Epözdemir dan. Endam û alîgoirên HAK-PAR’ê, berpirsên partiyên kurdistanî, kesayetiyên xweser û rewşenbîran hetanî dawîyê guhdarî kirin û pirsên xwe kirin. Konferansê bi coşekê va dest pê kir û hetanî dawiyê jî bi wê coş û kelecanê berdewam kir