ROBOSKİ, RÛREŞÎYA SERDEMÊ YE.
Ji vir berî pênç sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 niştecîyên Kurd bombebaran kirin u kuştin.Qaşo gotin ku me van kesan PKK’yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku PKK têde hatûçû dike de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir.Vaye pênç sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.
Roboskî rûyê reşê dewletê ye. Roboskê rûreşîya dewletê ye.Berpirsê Roboskê devleta Turk a reş u tarî ye.Dewlet heta ku vê buyerê bi tevahî ronî neke u kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdare, qisûrdar u rureş e.Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûreşîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kuştîya lêborîn bixwaze u xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Bi gef u golan, bi şirove u derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite. Lewra Roboskî şermezarî u sernizmîyek hevdeme.
Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, u buyera Muğlali a Ozalpê ye.
Hetanî niha gelek buyer u rudan u qewmîn u serhildan di Kurdistanê de çêbune.Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf u berjewendîyên xwe yên netewîye. Gelê Kurd îro jî çaverêyê azadî u demokrasiyê ye. Ji bo heqdestkirina maf berjewendîyên Kurdistanê, ne kiryar u operasyonên leşkeri, tanq u top u balafır u gulebaranên dewletê u ne jî, xendeq u barîqat u kemîn u bombe u qompareyên destî u şerê şeqam u kolanan yên PKK’ê ne hewcene..
Ev şerê qirêj u kiret ê di navbera herdûk hêzên çekdar de,gelê Kurdistanê bezar kirîye. Şûn u warên dîrokî u hemu hêjanên çandî u qedîm yên mirazê vê xakê di nav vî agîrî de şewitîn u kawil bun. Heyfa van rumet u hejanan ku bi bombe u topan hildiweşin,wêran dibin.Lazime ev qirkirin ( jenosid) a dîrokî u çandî were seknandin,agir u şewat hilweşan u wêran; bidawî were.
Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tıştekî bike, ya bixêr ewe ku rojeke zûtir van operasyon u kiryarên leşkerî bide seknandin u rojeveke nû ji bo çareserîya pirsgireka Kurdistanê veke. Lazime ku dewlet, bi hemu nûner u hêzên Kurdistanî yên aştixwaz u demokrat re, rûne u bi şêwazek aştîyane li ser çarelêkirînek mehqûl hevdengîyek pêk bîne.Hevdîtin u gengeşîyên aştîyane derîne rojevê.Rêya şer u pevçûnan bi yekcarî bigre.
Eger PKK u derdorên wê jî dixwazin ku ji bo mafê Kurd u Kurdistanê tiştek bixêr bikin, divê rojek zûtir, çekê xwe deynin, şer u çalakîyên çekdarane biqedînin u dev ji xendeq u barîqat u şerê navşarî berdin. Gelê Kurdistanê roj bi roj dinav vî agirî de telef dibe. Ev rê ne rêyek rasteqîn e. Kes u rêxistinek ku xwe Kurdistanî bihesibîne,divê pêşî li kawilkirin u wêrankirina Kurdistanê bigre.Nebe sedema perîşanbuna gelê Kurd. Çekdarên PKK’ê divê guh bidin hewar u gazîya gelê Kurdistanê. Îro li herêmê jîyan berbi rawestanê ve diçe.Hêvî u umuda gel şikestîye u gelê dilşikestî neçarê koçberîyê buye.
Heqê tu kesî nîne ku bibe sebeb ku Kurdistan kavil u kanbax bibe u gelê Kurd bibe miletek penaber,ji axa bab u kalan vekişe dîyarên xurbetê.Ev webalek mezine u dîrok vê yekê ji tu kesî re nabore.Rêya azadîya Kurdistanê di xendeqan de nabore. Şer, ne çare ye.
Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, buyera Roboskîyê bi tundî riswa u şermezar dike.
HAKPAR, kuştîyên buyera Roboskîyê bi rêz u hirmet yad dike.