GÜNCEL

MÎRÊ SİYASETA KURD, EVDİLMELÎK FIRAT JİBÎR NABE

Birewer, rayedar, sîyasetmedar u rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Şêx Seîd, dildarê tevgera Kurd u Kurdistanê, damezrênêr û serokê rumetê yê Partiya Maf u Azadîyan / HAK-PAR’ê Evdil Melîk Firat berîya 6 salan di roja Roja 29. 09. 2009’an de çû ser heqîya xwe.

 

Serokê rumetîyê a Partîya me, Evdilmelîk FİRAT, hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ ê de, mixabin ku nexweşîya wî a bêkeys xwe dabu nîşan.Dîsan jî Melik Fırat vê rewşa xwe, qet ne kir hincet u neda pêş xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar u zehmet de jî, tevgera Kurd betal nekir u bi hêz u karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Evdilmelik FİRAT’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd u Kurdistanê xebitî.

 

 

Ew kesekî xweşbîn, bawermend u demokratek nujen bû. Rayedar u ronakbîrek bijare,zanayek bêhempa bu. Baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî, u ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bu.

 

Ez li ser navê HAKPAR’ê Serokê damêzrêner u serokê rumetê a Partîya me Evdilmelik Firat bi hirmet yad dikim u li ber ray u raman u jîyan u bîranînên wî, bi dilgermî rêz digrim.


Fehmî DEMİR

Serokê Giştî

                                                              

About Post Author