MECLÎSA PARTÎYÊ A HAKPAR’Ê:
“ Heqê xweserî u dewletek serbixwe, ji bo gelê Kurd wekî şîrê dayîkê helal e.”
Li du hilbijartinan Meclîsa Partîyê a HAK-PAR’Ê civîna xwe a yekemîn pêkanî u di civînê de li ser rûdanên vê dawîyê û rojeva welat gengeşîyek berfireh hate kirin.Piştî civîna meclîsa partîyê nirxandinên Meclîsa Partîyê (MP) bi daxûyanîyek hat rageyandin.Li gor vê daxûyanîyê:
“ Tirkîya hilbijartinên 7’ê hezîranê li dû xwe hişt.Hilbijartin piştî berberîyek mezin kûta bu û AK PARTİ ne karî bi tena serê xwe vê carê were ser kar.
AK PARTİ, di destpêkê de,pişta xwe spart helwesta civatê a guherînxwaz u li himber statûkoperestan rawestîya;ji reform û guhertinên ber bi YE ( yekitîya Ewrupa) bigre heta gelek reform u guhertinên din yê civakî gelek gavên giring avêt.Wesayet u bandûra leşkeran bi dûr xist,di warê demokrasîyê de çend gavên wêrek avêt,her wiha derheqê pirsa Kurdî de jî gelek tiştên qedirbilind xiste rê.Lewra gelên Turrkîyê yên guherînxwez piştevanîya AK PARTİYê kirin û du deman bi tena serê xwe li ser kar hiştin.Di vê navberê de de AK PARTİ gavên xwe sist kir, ji rêya guhertinan berê xwe da rêyên ne qenc,dest bi gotin u şiroveyên şoven û nijatperest kir, di pirsa Kurdî de gavên berepaş avêt,helwestên gelê Kurd û hêzên guherinxwaz ne anî cî;bi PKK’Ê re kete nav pazarkirinek nehînî, dest avête dek û dolaban, şûna ku heq u berjewendîyên milli u demokratîk yên gelê Kurd binasîne ew bi Qendil û HDP û PKK’Ê re kete nava guftugoyek şilo û bêpayan. Sedem vê yekê, ev car AK PARTİ vi şensî winda kir, millet wî kredîyê ku dabuyê bi paşve sitend.
AK PARTİ piştevanîya gelê Kurd û hêzên guherinxwez winda kir, lewra kêm kişand.Ev, yek encamên here giringên vê hilbijartinê bu.
Encama here giring a didûyan jî ev e ku,hilbijêner,vê carê rê nedan Serokkomar Receb Teyib Erdoğan ku helwestên xwe bibe serî.Erdogan gili û gazinên mixalefetê piştguh dikir,xwe disiparta bend û beraja antîdemokratîk a ku ji 12’ê Îlonê bermayî bu,Erdoğan, xwest ku rejime parlementerî were guhertin u “pergala serokayetî a bi usula Tirk” were damezrandin.Lê hilbijêner rê nedan ku helwest û nîyetên serokkomar werin cî.
Yek ji encamên giringên hilbijartinê jî, bêguman, serbaraj buna HDP’ê bu.HDP siyaseta xwe a nû ya bi navê “Turkiyeyî bûn” xiste rê û hilbijartinê bi vê mebestê meşand.Li encam de, çend rayedarên Tirk, wek nunerên Kurda şande meclîsê.
Li dawîya hilbijartinan dîmena ku derkete holê, ji bo hikumet danînê tu partîyek bi serê xwe ne geyişte jimareya pêwist.Lewra niha wê koalisyon werin avakirin, an jî, hikumetek hindikayî,wê were dayîn.Renge ku di demeke nêzîk de, hilbijartinek nû jî were rojevê.Lê eşkereye ku hê jî, pirsên here giringên welêt li benda çareseriyê ne.Weki destureke demokratik û nû, çareserkirina mafên gelê Kurd,pirsa Elewîyan û pirsên giring yên din,çehverêyên çarelêkirinê ne.
Di halek de ku, li devre, li ser sinorê heyî yê Turkiyê, li rojhilata navîn ewqas xeter u teklîhevî û qeyran û alozî henin,pevçûnên mezhebî û etnik diqewimin,li hundirê welat ji ku gelek malzeme henin ji bo tekli hevbuyînê, lazime ku mirov gelek baldar be.
Ji ber vê yekê divê rojek zûtir Turkîye normalîze bibe, bi aştiyane û rêya guftugoyan hemû pirsgirekên xwe bi gavên wêrek çareser bike,reform û guhertinên pêwist pêk bîne.
Meclisa partya me, bêguman encama hilbijartinan li gorî HAK-PAR’Ê jî nirxand.Meclisa partya me,radigêne ku partya me di vê hilbijartinê de, maf u berjewendîyên sereke yên gelê Kurd bi mêrxasî anîye ziman û her wiha di hemû xebat û çalakîyên xwe de,azadi û wekhevi û aştîyê wek daxwaza xwe a here giring pêşnîyaz kirîye.Komareke federal û demokratik danîye nawenda propogandaya xwe û bi rêkupêk, bi şiweyek têkûs helwestên milli û demokratikên Miletê Kurdistanê daye ber çehv.Sedem vê xebata binirx û dilsoz em hemû kadro U terefdar û heval û hogirên partîyê, yên derve û hûndir, bi dil û can piroz dikin û ji bo xizmeta wan em ji wan re sipasdarin. Her wiha sipas ji wan kesên biryar û welathiz re ku bi wêrekî dengê xwe dane HAK-PAR’Ê û meyla xwe danin ser rêya rast.
Diyare ev hilbijartin ne dibin şertên bidil de pêk hat. Hilbijartinek azad û dadwer nebû. Hilbijartin di bin sî û saw û tirsê de derbas bû, çekbidestî diyar deya tirhêneriyê bû. Lewra gel di nav fikaran de çû ser sendoqan.Lê disan jî, partya me kari dengê xwe zêde bike.HAK-PAR nêzikê 60 hezaran den wergirt.Ji iro û şunda ve jî, emê bêwestan di rêya xwe a rast û welathizde bimeşin.
Meclisa Partya (MP) me,di civîna xwe de li ser gelek pirs û kêşeyên partîyê, li ser kêmasiyên bernamê, li ser nizamnameya partiyê û li ser gelek rê u şêwazên xebat û serketinê sekinî û hevdeng beyan kir ku bi aqilmendiyek hevbeş divê ev pirs u kêşeyên partiyê di demên pêş de werin minaqeşe kirin û çareser kirin û rêya xebata partîyê xweştir bibe, per û baskên partîyê xurtir bibin.Parti bangi hemû dildar û terefdarên partîyê dike ku piştevanîya partiyê bidominin,heta ku partî xurt bibe, bihêz bibe û serkeve.
Meclisa Partiya (MP) me, buyer û rudanên vê dawîyê a navçeya me ji nirxand û derheqê wan de jî, raya xwe beyan kir.
Her wek ku tê zanîn rêxistina terorist a DAİŞÊ li rojavayê Kurdistanê, li Kobanîyê, erîşek dirinde û xwinrêj li diji gele Kurd pêk anî û nezik 150 kes kuşt.Em bi tundi vê êrişa dijmirov û dirinde naletbar û şermezar dikin. Em weki HAK-PAR’Ê sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên kuştiyan dikin û şifayê ji birindaran re dixwazin.
Gelê Kurd iro li hemû perçeyên Kurdistanê ji maf û berjewendîyên xwe, lipîya ye.Gelê Kurdistanê li dijî Rêxistinên teroristên hevkar û dûvikên dewletên dagirker jî,gfel û welatê xwe diparêze.
Di van çend salên paşî de,bi giranî li başûrê Kurdistanê,sedem têkbirina destkevtîyên gelê Kurd,bi beyankirina daxwazîya serxwebuna Kurdistanê ku ji alîyê serokê herêmê rêzdar Mesud Berzani ve hate bilêvkirin, zêdetir bun u niha cehdeke mezin yê hevpar heye jibo tune kirina mafên Kurd U Kurdistanê.
Dewleta İraqê,hest û wateyên yasayî û fermanrewa,ji bo Kurda pêkneanî.Pirs û kêşeyên netewîyên gelê Kurdistanê piştguh kir.Mafê gelê başûrê Kurdistanê ku di butçeya gelemperide bi yasayi hetiye terxan kirin pêşkêş nekir ; Li himber hêrişên dirindeyên DAİŞÊ bê deng ma,bajarê Musilê ji teroristan re berda,jiyana Kurdên Êzdî neparast. Bêşik ew ji di wan qetliam û kuştinên Kurdistanê de weki teroristan sucdare.Lewraye ku helwestan dewletek serbixwe jibo başurê Kurdistanê, helwestek bicîye u berjewende.Mina hemu gelên cihanê heqê serxwebun u dewletbuyînek serbixwe ji bo Kurdan jî heqek xwezaye. Heqê dewletdanînê weki şirê dayik li Kurda helale.Em weki HAK-PAR’Ê heqê serxwebun û dewletbuyina başûrê Kurdistanê rewa dibinin û piştevaniya herêma Kurdistanê dikin.
Li aliyeke din, dewleta dagirker a İran ê li dijî gelê Kurdistana Rojhilat roj biroj dijwartir û xwindartir dibe. Her roj xortên Kurd têne idam kirin,zilim û zordestiyek bêpayan li ser gelê Kurd dibarîne. Dewleta İranê dixwaze ku rojhilata navîşin û navçe li gor helwesta xwe dizayn bike.Lewraye ku ji rêveçuyîna hikumeta başûrê Kurdistanê nerihet dibe û dixwaze ku aloziyê bixe herêma Kurdistana Başur.Lazime Kurd li himber provokasyon û dek o dolabên dewleta dagirker û kevneperest a İranê hişyar bin u bala xwe bidin ser yekiti u destebirayetiya gelê Kurdistanê.Ne qabile ku herîşên PKK a bi ser peşmergeyên PDK-İ ve were qebul kirin.Divê rê neyê dayîn ku PKK berê namluyên xwe bide pêşmergeyên Kurdistana Rojhilat.
Li Suriyê pevçun u kuştin u xwinrêji berfireh berdewame. Lazime gelê Kurd haya xwe ji welatê xwe hebe û li himber hêrişên dirinde hêzên xwe bike yek.Ew wehşeta kul i rojavayê Kurdistanê diqewime xwina mirovan dicemidine.Lewraye ku em bang li yekitiya Miletan û hemu hêzên aştixwaz û mirovperwer dikin ku li himber êrişên dirinde yên rojavayê Kurdistanê bêdeng neminin.
Dijminên gelê Kurd di van qonaxên dijwar de, hazirin ku bi hemu hêz u karina xwe, dubendi u neyartiyê bixin navbera hêzên Kurd û wan bedrin hev û şerê birakujiyê agir bikin.Divê hemu Kurd hişyar bin û neyêne leyistikên dijminên Kurda.
Yekîtîya hêzên Kurda zaminê serketinê ye. Ev yek li Kobanê careke din xuya bu.Bi piştevaniya hêza pêşmerga Kurda karin zora DAİŞÊ bibin û Kobanê rizgar bikin. Divê giringiya hevkarî û hevgirtina milli tucari neyê jibir kirin û hemu hêzên Kurd bi dil û can dilsozê hevbin û bi hevre li dijê dujminan şer bikin.Eger yekiti tunebe serketin ji nabe.Lazime ev yek her tim li ber çehv bi.
Em weki HAK-PAR’Ê bwerin ku gelê Kurd wê nİrê kolonyalizmê bişkêne û wê bigêje jiyaneke azad, xweser û serfiraz.Gelê Kurdistanê ne tenê gund û bajarên xwe, lê wê welatê xwe seranser rizgar bike û bibe endamê gelên şaristeyên cihanê. “
MECLİSA PARTİYA MAF U AZADİYAN
HAK-PAR