Nawenda girng a siyasiya rojavayê Kurdistanê bajêrê KOBANÊ a ku ji terafê hêzên nijatperest u şovenist u rejima Suriyê ve bi navê Eyn-ul Ereb tê binav kirin,li dawiya berxwedana 134 rojan a hêzên welatparêzên Kurdistanî,hate azad kirin.
Serketina Kobanê careke din, da nîşan ku rêya serketinê di tekoşînek yekgirtî de dibore.
Berxwedana Kobanê bi hêzên YPG destpêkiribu;paşî hêza peşmergeyên başûrê Kurdistanê jî tevli berxwedana Kobanê bun,her wiha hêza Ertêşa Azad a Surîyê (EAS) u hêza navnetewyî a Koalîsyonê ji piştevanîya vê berxwedanê kiribun.Li encam de, bajêrê Kobanê ji destê hêza kevneperest u dagirker DAÎŞ ( İŞİD) hate rızgarkirin.
Dagirkirina Kobanê a ji alîyê DAÎŞ’ê ve, li başur, bakur, rojhilat u rojavayê Kurdistanê u di nav hemu kom u komelên Kurd u Kurdistanî de xemgînîyeki mezin peyda kiribu.Lewra hemu kesên welathiz u azadîxwaz bi dil u can piştevanîya berxwedana Kobanê kiribun. Tiştê ku li Kobanê serketînê bidest xist, bêguman rohê yekîti u piştevanîyê bu.Ew hestîyarî a ku li Kobanê destpêkir,divê were xurt kirin berfireh kirin u bibe wek rê u rêbaza netewî a Kurdan.
Divê Kurd li hemu warê jîyanê de qedrê yekîtîyê u giringîya hevrexebatê bizanin u vê pêwistîyê tu carî jibîr nekin.
HAK-PAR ji berê ve,yekîtîya hêzên Kurdî diparêze u di vê rêyê de xebatê dike.Em baş dizanin ku yekîtîya Kurdan kilîda serketinê ye.
Piştevanî u hevkarîya dinav hêzên Kurdistanîde ji bo welatek azad u demokratîk giringiyek mezine.Yekem şertê serketinê yekîtîye.
Em weki Partya Maf Û Azadîyan / HAK-PAR:
Silav li bawerî u cehda gelê Kobanê a di rêya yekîtî u hevkarîyê de
Em berxwedana hêzên Kurd a li Kobanê pîroz dikin.
Serketina Kobanê ji bo hemu Kurdan şanazîyek mezin e. 27.01.2015
Fehmi DEMİR
Serokê Giştî
Partîya Maf Û Azadîyan / HAK-PAR