Encûmena Serokatîya Partya Maf u Azadîyan ( HAKPAR), civîna xweya sala nu, roja 04.01.2015 li Enqerê pêk anî. Encûmena Serokatîyê,di civîna xwe de,rojeva welat u navçe nirxand u vê daxuyanîyê pêşkêşî raya gişt kir.
Pevçûnên xwînavî yên li Rojhilata Navîn, berdewam in.Şerê navxwehîyê ku li İrak u Surîyê didomîne; li du xwe,bi sedhezaran kuştî u birîndara;bajarên kawilbuyî u xerabuyî u her wiha bi milyona insanên koçeber hişt.
Di serîde Rêxistina Miletên Yekbuyî u digel vê, hêzên karîger yên navnetewehî; ne rejima Esad a ku pişta xwe sipartîye dewletên wekî Rusya u İran u bi bombeyên bermîlî bajaran hildiweşîne ji serkar anîne xwarê u ne jî, çeteyên kuştin u tevkujîyê u DAÎŞ’a ku ji vê derya qeyranê aj daye,dane seknandin.
Em bangî raya navnetewî dikin ku rojek zûtir pirsgirekên navçe bi dadmendî çareser bikin.
Dîmenên xemgîn u biêşên ku li du hêrîşên DAÎŞ’a terrorist yên ber bi Başur u Rojavayê Kurdistanê hê jî li ber çehvin.Xweşhalin ku agahîyên serketinên Peşmergeyan roj bi roj zêdetir dibin.
Di serîde Kobanîyê u Şengalê, axa Kurdistanê a ku hatîye dagîr kirin, her roj dema tax bi tax, gund bi gund tê rizgarkirin dilê gelê Kurd şa u dilxweş dike.
Her wiha cehd u hewildana berêz Mesûd Berzanî a di rêya durxistina hêza peşmergeyan ji reng u xalên sîyasi u gavên ji bo pêkanîna erteşeke netewî,ji alîyê me ve, hêja u şayanê pesindayînê ye u dilxweşîya me zêdetir dike.
Disa divê em bêjin ku, li başûrê Kurdistanê hewildana hin rêxistinan ku bi hezên biçuk u sembolik jî be, digel pêşmergeyan ku di rizgarkirina herêma Şengalê de cih girtibun,ji alîyê meve wek gavek baş hatîye pejirandin
Lê,paşî wexta, helwest u rageyandina heza nasîyar a ku digot “divê navçe daxilê herêma Kurdistanê nebe u wek Kantonek Xweser”bimîne ji alîyê Partîyame ve wek nerihetî u nerazîbunê hate nirxandin.
Em bawerin ku rageyandinên wiha nebaş di nav gel de dibin sedemê alozî u şedadîyê u xesareke mezin didin mafê netewî a Kurd.
Her wiha Encumena Serokatîya Partiya me,buyerên tevlihevkar u provakatif ku di van rojên dawî de li Bakûrê Kurdistanê navçeyên ser sînor yên wekî Hekarî, Şirnex, Gewer,Bazîd u Silopî u Cizîrê diqewimin,manedar dibîne.
Her wekî tê zanîn ku berî çend rojan li Cizîrê di navbera birek çekdarên PKK’ê u HUDAPAR’ê de,pevçûneke çekdar qewimî bu.Ji ber ku Hêzên Ewlekarî yên Dewletê bi sietan pêşgirî li vê buyerê nekiribun,mixabin ku du alîgirê PKK’ê u bavê endameke HUDAPAR’ê sê kes hatibun kuştin.
Partya me rehmetê li mirîyan tîne u sersaxîyê dide malbat u dostên wan.
Buyer u rudanên wiha xesarê dide tevgera azadîya Kurdan u pêvajoya çareserî u bêçekbunê dixe xeterê.Herdu alî lazime ku pirsgirekên di nav xwe de bi rê y şêwazên aştîyane çareser bikin u di şûna çekan de, dîyalogê bikar bînin. Em bibîr tînin ku ji îro u pêve divê êdi xwina birayan bi destê hev neyê rijandin u şerê birakujî biqede.
Ji alîyeke din ve, hê jî, li Turkîyê pirsgirek u kêşeyên sereke u binyader lin benda çareser kirinê ne.Di warê mesela Kurdî u pirsa Elewîyan de,gelek tişt hatin gotin lê mixabin ku hê jî, gavên berbipêş nehatine avêtin.
Herçend hikumetê rageyand ku di “ Pêvajoya Çareserîyê” de xêncî PKK u HDP’ê, rêxistinên din yên Kurda jî, ji bo biserketina pêvajoya çareserîyê, lazime cî bigrin; ku navê partîya me jî hatibu bilêv kirin; lê hetanî niha tu pêşnîyareke berçehv negeyiştîye destan.
Her wiha berî çendek zîyareta cigirê serokwezir rêzdar Bülent Arinc a nawenda partîya me, em wek gavek baş dinirxînin.Partîya me,hevdîtin u pêwendîyên wiha di rêya çareserkirina pirsgirekan de wek hewcedarîyek giring qebul dike.
Tê zanîn ku hikumeta îro, her tim şerd u mercên giran, red u inkarkirina berê u kuştin u tevkujî u zilm u zordarîyên demên berîya xwe u çend gavên binirx yên ku ewan avêtîye, dixe bira Kurdan ; lê bi salane ku – ji bo çareseriyek wekhev u bidad- gavên wêrek navêje.ew li tenê li dora pirsa Kurdî digere.Pirsa Kurdî , bi çekberdan u ehilkirina PKK’ê ve girê dide,u dbêje ku divê her kes bibe arîkarê “Pêvajoya Çareserîyê”.
Helbet em piştevanîya qonaxê çekberdana PKK’ê dikin.Ev yek ji bo herkesî ya bixêr e.Bê guman di vê meselê de teraf ji, mixatab jî, PKK ye.
Lê, pirsa Kurdî ,berîte nîne ji çekberdan u kedîkirina PKK’ê.Pirsa Kurdî ji avahîya Unîter u ji rejima yekite hatîye pêş.Ew tenya bi bi reyek Tê safî kirin.:Divê Kurd qeder u sernivîsa xwe bi destê xwe kivş bikin.
Pirsa Kurdî pirsek netewîye u divê çareser kirina vê pirsê jî di vê çarçeweyêk wiha de were nirxandin.
Di ware çareserkirina pirsa Kurdî a bi şêwazek wekhev u demokratik de, em jî, terafek in.Em di bêjin ev yek bi avakirina federasyonek demokratik pecan e.
Dewlet azadî u heq u berjewendîyên Kurda girew digre,bi çekberdana PKK’ê ve dgirê dide.Ev yek jî dide nîşan ku ew di vê meselê de ne dilsoz e.
Turkîye dikeve qonqxeke nu ê hilbijartinê.Wisa xuya dike ku wê dîsa bereyên bi rengê dema Kevin werin pêk anîn.Me nave ku sazîya van bereyan bibe sebebê şedadî u alozîyan.
Ji bo mafê serkarîya navxweyî, ji niha ve, hin kes, ji bo ku hilbijartin di şertên nebaş de derbas bibe, li du tevlihev kirin u terorîze kirina hindurê welatin.
Lazime def u dekên van hêzên bêoxir werin pûç kirin.Ev wezîfeya here girign a hemu kesên hestîyar e.
Lazime ku em bêjin, Partîyame wê li 81 bajaran bike hilbijartinê.Ji bo vê yekê ji îro ve emê dest bi xebatê bikin.Divê hemu endam u terefdar u alîgirê partîya me dest bi xebatê bikin.Em bang li gelê Kurd u kesên nedar u neçar u bindest u azadîxwaz u aştîperwer dikin ku di vê hilbijartinê de piştevanîya partya me bikin u deng u rêyên xwe nedin xirapkar u derewkera, lê bidin partya me.
Em dixwazin ku ew qonqxên ber bi guhertina Turkîyê bi aramî u di nav hizur u bawerîyê de bêsekan here serî u serkeve.
Bi taybetî divê Kurd ji mecal u fersendên wiha sûd bigrin.Demên wiha zemin u erdek baş peyda dike jibo ku pêşnîyarên çareserîyê bi gel ve parve bikin u bidin gengeşî kirin.
Em wekî HAKPAR pêş hemu tiştek di vê hilbijartinê de,emê dek u dolabên kolonyalistî eşkere bikin u çareserîya wekhev u demokratik a pirsa Kurd u Kurdistanê,pirsa çareserkirina Elewîyan bi hemu alî ve binin ziman u avakirina demokrasîyek rasteqîn bînin rojevê.
Em bangî raya welathiz dikin ku piştgir be, bibe arîkar u dest bidest be. 5.01.2015
ENCÛMENÎYA SEROKATÎYA
PARTİYA MAF U AZADÎYAN / HAKPAR