GÜNCEL

SALA WE A NÛ PÎROZ BE

Gelê meyê hêja,

Em hatin dawîya saleke din jî. Bi hêvî u çehvnêrîyên nû,emê dest bi  salek nû bikin.

Sala 2014’ a ,  tîrr u têr derbas bu.Di destpêka sala 2013’an bi helwesta çek berdana PKK’ê  qonaxek nû bi navê “Pêvajoya Aştî u Çareserîyê” destpêkiribu, u ev yek hêvî u çehvnêrîyeke xurt peyda kiribu.Lê mixabin ku, ne çû serî u di cî de ma. Ev qonax hetanî îro jî, hê ne gehiştîyê dawîyê. Me vî  qonaxê dialog u hevdîtinê giring nirxand u me wek qonaxek birumet qebul kir. Her wiha me xwest ku şerê çekdarî , dijwarî u şedadî kuta bibe.Lewra  gelê Kurd, ji vê yekê tu feydeyek nabine.

Em hêvîdarin ku di sala nû de ev çehvnêrîn bibin encam u çek heta ebedîyetê werin seknandin.Rêya çareserkirina  demokratîk u aştîyane a pirsa Kurdî vebe u maf u berjewendîyên gelê Kurd ku hatine zeft kirin, werin dayîn.

Di sala borî de, partîyên di parlementoyê de soz dane Milet ku destûreke giştî ji nûve çêkin,lê hetanî îro bi gaf u gefan Milet mijul kirin, soza xwe neanîne cî, hêvîya gel ma di cî de.

Sala 2014’yan li navçeyê me jî bi pevçûyînan derbas bu.Li Surîyê şerê navxweyî bi hemu şedadîya xwe ve dewam kir.Bi milyonan insan, neçar man, ji cîh u warê xwe, ji sitar u mala xwe bider ketin, koçebar bun.Bi dehezaran kes hatin kuştin.Li Sûrîyê îro jî ev şerê navxweyî berdewam e.

Rêxistina terorê a bi navê DAÎŞ’e ( İŞİD) ji qeyrana ku di şerê navxweyî a Surîyê de destpêkiribu,za u xurt bu.DAÎŞ îro ji bona gelê navçe  buye xeterek nû.

Rêxistina  kevneperest DAÎŞ, li Başûrê Kurdistanê, herêma Şengalê, hêrişeke hov u dijmorovî bire ser Kurdên Êzdî ku ev yek li navçeyê me, bu sedemê destpêka serdemek nû.DAÎŞ dest bi qetliama Kurdan kir.Bi pêşengîya hikumeta herêma Kurdistanê, u bi piştgirîya dewletên Ewrupî,li himber DAÎŞ’ê berxedanek leşkerî destpêkir u serketinên mezin bidest xist. Ev serketin ji bo hemu cihanê bune hêvîyek mezin.Li himber hêrîşên DAÎŞ’ê a ji bo dagîrkirina Kobanîyê,cihan hevgirtinek pêt lidar xist,lewra li Surîyê jî,rê li  pêvajpyek nû vekir.

Derbasbuna Pêşmergeyan a Kobanîyê, ji bo gelê Kurd jî, destpêka qonexek nû.

Gelêmeyê hêja,

Em bi van kêşe u pirsan dest bi sala 2015’an dikin. Ez hêvîdarim ku di sala nû de, di rêya  çareserkirina van  pirs u kêşeyan de, gavên berbipêş  werin avêtin.

Bi daxwaza aştî, demokrasî u wekhevîyê, sala we a nû pîroz dikim. 30.12.2014

Fehmi DEMİR

Serokê  Giştîyê

Partya Maf u Azadîyan

HAKPAR

About Post Author