PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN
(HAK-PAR)
Di 28ê Çileyê Pêşîn sala 2011 da li Uluderê, gundê Roboskî, teyareyên Tirk li ser sînorê Kurdistana Başûr 35 gundiyên Kurd bombebaran kirin û 34 kes hatin kuştin, tenê yek jê xilas bû. Piştî vê qetlîamê berpirsên Dewleta Tirk gotin gor malûmata ku ji wan ra hatiye, ew kes partîzan û berpirsên PKK bûne, ji bo şer hatine û bona vê yekê hatine bombekirin.
Lê ev gund gundê qoricîyan bû û tim jî bo qaçaxê diçûn wî alî sînor, dihatin. Hayê berpirsên Tirk ji vê yekê hebû, bi salan e ku çavê xwe jê ra digirtin. Vêcar jî hayê qereqolê gund ji vê yekê hebû. Ango ev qetlîam bi zanetî hate kirin.
Ev bûyer provokasyonek bû ku armanca xwe xirabkirina pêvajoya danustandinê bi Kurdan ra û rêlibergirtina kar û xebata ji bo çareseriya Pirsa Kurd bû. Her usa jî, herçî kesê ku ev tişt kirin, xwestin gunekariyê bikin ser milê Hukumetê û wê bikin quncikeke teng. Lê mixabin berpirsên vê bûyerê heya îro nehatine eşkerekirin, derneketin pêş edaletê û nehatin cezakirin. Ev malûmata şaş ku dibêjin gihaye leşker bi destê kê ye, ew jî eşkere nebû.
Lê ne tiştekî zehmet bû ku rastî derkeve meydanê. Ango eger agadariyeke şaş heye bi destê kê ye, yan jî kê, ku baş zanibû ew gundî ne û ji bo ticaretê ji sînor derbaz dibin, lê dîsa jî fermana bombekirina wan da. Nuha vaye ji navberê sê sal derbaz bûn, lê berpirsîn vê qetlîama xûnxwar hîn nehatine eşkerekirin û cezakirin, ev yek vîcdana mirovan û raya giştî diêşîne. Tiştê ku tê bîra mirovan ev e: Berpirsên dewlet û hukumetê rastiyê ji xelkê vedişêrin û curmkaran diparêzin.
Em careke din gazî hukumetê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cî bîne, curmkaran derxe meydanê û bide dest edaletê. Edalet jî eger bi rastî edalet e, curmkaran neparêze, tiştê ku lazim e bike, ango kesên curmkar rojkî berê ceza xwe bikişînin
Em Partiya Maf û Azadiyan ketlîama Roboski ji bîr nakin u nadin jî bîrkirin
Fehmi DEMİR
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan
—————————————————————
HAK VE ÖZGÜRLÜKLER PARTİSİ
(HAK-PAR)
ROBOSKİ’Yİ UNUTMADIK, UNUTTURMAYACAĞIZ.
28 Aralık 2011 Günü Uludere’nin Roboski Köyü’nde, sınır ticareti yapan 35 köylü Türk uçakları tarafından bombalanmış ve 34 kişi yaşamını yitirmişti. Asker ve sivil yetkililer bunların PKK’lı olduğuna dair istihbarat alındığını, bu nedenle bombalandıklarını ileri sürdüler.
Oysa söz konusu köy bir korucu köyü idi ve kaçak sınır ticareti biliniyor, yıllardır buna göz yumuluyordu. Bu kez de sınır karakolunun bundan haberi vardı.
Olayın tipik bir provokasyon olduğu, diyalog sürecini ve barışçı çözüm arayışlarını torpillemeye ve aynı zamanda hükümeti köşeye sıkıştırmaya yönelik olduğu daha baştan belliydi. Ama ne yazık ki olay bu güne kadar aydınlatılmadı, sorumlular bulunup kendilerinden hesap sorulmadı. Sözü edilen ve yanlış olduğu anlaşılan istihbaratın kaynağı da bugüne kadar kamuoyuna açıklanmadı.
Oysa kimin yanlış istihbarat verdiği ve kimin, bu insanların sınır ticareti yaptığını bile bile onları acımasızca bombaladığı bilinemeyecek bir şey değil. Aradan üç yıl geçmiş olmasına rağmen bu acımasız katliamın aydınlatılmaması, sorumluların bulunup cezalandırılmaması adalet duygusunu kamu vicdanını yaralıyor. Bu durum, olayın üstünün örtüldüğünü, suçluların korunduğunu, hükümetin de olayın üstüne gitmek istemediğini düşündürüyor.
Hükümeti bir kez daha sorumluluğunun gereğini yapmaya çağırıyoruz. Olay daha fazla gecikmeden aydınlatılmalı. 34 can kim vurduya gitmemeli. Sorumlular bir an önce adaletin önüne çıkarılıp hak ettikleri cezalara çarptırılmalı.
Biz Hak-Par olarak Roboski’de yaşanan katliamı unutmadık, unutturmayacağız.
Fehmi DEMİR
Hak ve Özgürlükler Partisi Genel Başkanı
28 Aralık 2014