GÜNCEL

Tekoşîna azadîyê,nefesek dirêje,hewceyê sebir u hostahîyê ye

Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’e:

“Tekoşîna azadîyê,nefesek dirêje,hewceyê sebir u hostahîyê ye”

Em wekî civanên  netewek ku welatê wan ji alîyê kolonyalist u emperyalistan ve  hatiye parçe kirin u bi salan , zordarî,, asimilasyon u zêrandin, jê kêm nebuye ku dî van şerd u mercan de jî, dîsa tekoşîna azadîyê her tim bilind girtîye u serê xwe li bin darê zorê netewandîye ,emê bi destkevtî u ceribandinên dirokî a gelê xwe, ji bo avakirina paşeroja azad u demokrat a gelê Kurd,dest bi tevgerê dikin u bire dikevin.

Em dizanin ku Tekoşîna azadîyê,nefesek dirêje,hewceyê sebir u hostahîyê ye.

Nabe ku  em tu wextek dil u çehvê xwe, hêza xwe, hiş u aqlê xwe ji armanca azadîyê veguhêzin .Her weha li himber dek u dolabên kedxwaran emê hişyarbin.Bi rêxistinek demokrat u şareza,di tekoşîna sîasî de bi şiwazek aştîyane, emê zêdetir birêkevin u bimeşin.

Emê, ne çawa ku kedxwar dixwazin,ji nirx u hêjanên netewî dur bikevin u bibin itaetkarê rejimê; ne  bı du macareyan bikevin u weka alava kayê ku hildibe u hema pêre vedimre şewq bidin,ne jî durê hiş u zanîyarîyê, bi hestên xwe tevbigerin,her weha emê bi rik u hêrsa ku ji rê dertîne u mirov ji vî serî heta wî serî berba dike tevnegerin.

Em  wek ciwanên HAKPAR’e,pêş hemu tiştek emê li dijî siyaseta asîmilasyonê (pişaftinê) rawestin u çand u zimanê xwe biparêzin.Emê di vî warî de bab u kalen xwe ji bo xwe nimune bizanin.

Em wek ciwanên  HAKPAR’e,emê gernasên mina Ali şer, Zarife Xanım, Şeyh Sait, İhsan Nuri, Seyit Rıza,Cıbranlı Xalit, Qadi Muhammed, Şeyh Mahmudê Berzenci, Mele Mustafa Barzani ku bê tirs u serbilind, bi egîdî canê xwe fedayê rêya azadîyê kirine ji xwe re nimune bigrin.

Em wek ciwanên  HAKPAR’e, emê her tim  li cîhanê, alîgirê , ked u emeg, wekhevî, aştî, edlahî, dadwerî u parastina hawîr bin. Emê li destkevîtîyên teknikî, birewerî u her cure zanîyarî  u pêşketinan xwedî derkevin u di rêya azadîya gele xwe de ji wan sûd  bigrin.

Em  ciwanên  HAKPAR’e,baş dizanin ,jibo serketina hemu tekoşînan pêş hemu tıştek hewcedarî bi rêxistinek baş heye.Emê li gor daxwazîyên gele xwe u li gor hedef u bernameya Partîya  me,li her hêlî birê kevin u hêza ciwanan div ê rê de zêdetir seferber bikin.

Îro gelê me li her parçeyêk Kurdistanê de, di bin êrîşên  rêxistinên terorîst yên bi ser dewletên emperyalist u kolonyalist de ye.

Gelê me ku maf u berjewendîyê xwe yên sereke ji alîyê rejimên zordar ve hatîye zeft kirin,li, Başur u Rojava,ji alîyê  rêxistina terörist DAİŞ ve di bin xeterek mezin de ye.

Li rojhilatê Kurdistanê,rejîma zordest a axunda (melayan),zilm u tedayek mezin bi ser gele me ve direşîne.Her wiha li Bakurê Kurdistanê,  gele me , ji,perwerdeya bi zimanê dayik ku mafek sereke yê mirovane, bêpar e.Her wekî ku tê zanîn,hin dixwazin ku tekoşîna gelê me li Bakur ji rêya rast derînin.

Em wek ciwanên  HAKPAR’e,êrîşên li dijî Başurê Kurdistanê ku di rêya azadî upêşketinê deye,şermezar dikin u pişgirîya xwe peşkeş Başur dikin.

Her wiha Li Surîyê ku gelême ji ber  terora dirinde  a rejima ESED u  êrîşên DAİŞ,bi hezaran terkediyar buye u buye penaber bi mêrxasî li ber xwe dide u bi berxwedanek pêt jîyana xwe diparêze,em bi dilsozî piştevanîya Rojavayê Kurdistanê dikin.Ew di doza xwe de mafdarin u wê serkevin.Em dixwazin ku li wir rêxistinên Kurdistanî pirsgirekên di navbera xwe de rojek zu safî bikin. Me divê ku hevdengîya DİHOK’ê birêve here u xera nebe.

Em  wek komisyona ciwanên  HAKPAR’e, bang li hemu ciwanên Kurdistanê  dikin ku,rojek zutir dest bidin destê hev u li dijî mercên giranên gelê Kurd tekoşînê bidin.

Komisyona Navendî a Ciwanên HAKPAR’ê

About Post Author