Dost û mirov dı roja hanê da li gel Kobanî divê.
Îro li Kobanî gelê Kurd erda xwe û namûsa xwe diparêze, lê DAÎŞ zurbeyekî qetilkar û êrişger e.
Pirs ne pirsa terefî û bêterefîyê ye di navbera PKK-PYDê û DAÎŞê da; ev şerê man û nemanê ye, ji bo xelkê Kurd li Kobanî, ku welatê xwe diparêze.
Herçî kesê kul i himber êrişa DAÎŞê bêdeng bimîne, dibe pardar di vê qetlîamê de.
Em helwesta wan dewletên herêmî fêmdikin, ku bi navê Sunne şerekî mezhebî bi rêva dibin û bona vê yekê DAİŞ xwedi kirin, mezin kirin û berdane Kurdan. Lê Yekitîya Milletan li ku ye?
Qetliamek li dijî gelê Kurd çêdibe û gelê me, wek Şengal ji Kobanî jî koçber dibe. Eva curmeke dijî mirovatiyê ye, jenosîd e. Yekitiya Milletan çima bêdeng e û tiştekî nake?
NATO dibêje “Emê li himber êrişekê dê Tirkiyeyê biparêzin.” Ma gelo Tirkîye hewcedarî paraztinê ye? Tirkîye xwedi ordiyeke giran e û va ye tank û topên xwe li ser sînor rêz bûne, teyareyên şer jî hazir in bi hewankevin.
Yê ku hewcedarî piştgirî ye gelê Kurd e. Va ye li ber êrişeke giran e û bêparastin e, ne xwediyê silehên giran e. NATO tu ji vê yekê ra çi dibêjî? Ew çi bêvicdanî û durutî ye?
Herçi dost, bira û însan di roja hanê da xuya dibe û li gel xelkê Kobanî dibe, wekî din vir û derew e.
Kemal Burkay
Serokê Giştî yê HAK-PARê
7ê Çirîya Pêşîn, 2014