Hêvîdar im ev agirê ku herêma me dişewitîne, rojkî berê vemire
Azadî û aşitî were welatê me jî
Cejna hemû mirovên dilpak pîroz be!
Vaye cejneke teze hat û em dîsa dilşikestî ne. Di rojên hanê da ku cejna qurbanê ye, Rojhilata Navîn û welatên Îslamî dikelin, bi taybetî Iraq û Sûrî bi şer û şewatê ketine.
Gelê me û Kurdistan li van herdu welatan jî bûye hedefê êrişên bê eman.
Gunehkarê vê rewşê bi taybeti hêzên împeryalist û kolonyalîst in û hevkarên wan ên herêmî, hukumdar û Emîrên bermayîyên dema navçe û diktatorên ku ji dema şerê sar mane. Ew in, ku heyi û dewlemendiyên van welatan talan dikin û rê nadin azadî û aşitiya van gel û welatan. Ew rêxistinên har û hov wek El Qaîde û IŞÎD jî berhem û peyayê van kedxwar û zordestan in, bi destê wan hatine avakirin, da ku dijî hêzên azadîxwaz bi kar bên.
Va ye bi mehan e ku gund bajarên Kurdan di bin êrişa rêxistina terorîst DAÎŞ’ê da dişewitin û wêran dibin, zarok û jin, kal û pîr tên kuştin û bi sedhezaran ji gelê me koçber dibin, welatê xwe terk dikin, sefîl û perîşan dibin. Di rewşeke han da miroj çawa dikare cejnan bi dilxweşî pîroz bike?..
Ev rewşeke han e ku tu dibê aqil û vîcdan jî koç kiriye çûye; rik, kîn û xwînxwarî cîyê tiştên baş girtiye…
Di demeke han da gava behsa aqil û toleransê, behsa aşitîyê bê kirin, dibe ku ev yek wek kar û xebateke vala bê xuyakirin…
Ew hêzên egoist û durû ku hukumdarê dinyayê ne, ewên ku ji bo hêz û dewlemendî, bi çavbirçitî û êrişgerî li dinyayê hemû tiştên delal, hêvî û daxwazên delal dikujin û me bêçare dihêlin…
Di demeke han da dîsa jî divê em hêvîya xwe ji bo dahatûya mirovetiyê winda nekin.
Di demeke han da jî ez dîsa cejna wan kesan pîroz dikim, ew kesên ku azadîxwaz in, heq û azadiyên hemû kesan ra hurmetkar in û ji bo dinyayeke delal kar û xebat dikin…
Hêvî û daxwaz dikim ku ev agirê herêma me dişewitîne rojkî berê vemire û azadî û aşitî were welatê me jî.
Digel ewqas jan û êşan jî dîsa cejna mirovên xêrxwaz, aşitîxwaz û azadîxwaz pîroz be!
Kemal Burkay
Serokê Partiya Maf û Azadiyan
3 Çirîya Pêşîn – 2014