2014-07-23 17:07 |
![]() Ew rejîma Baasê ya zordest ku di waxtê da rê li ber guhartinê, li ber reforman venekir û li dawîyê Sûriye xist nava vê tofanê, dîsa jî lingê xwe daye erdê û venakişe. Mixalefata Sûrî jî bi dehan parçe ye û ji bo dahatû, ji bo guhartin û demokratiyê tu hêvî nade. Di nav hêzên mixalîf da rêxistinên radîkal ên wek El Nusra û IŞÎDê hene, ku ger bêne ser hukim, dibe ku Sûrî ji berê xirabtir be. Lê ev rewşa hanê heya kîngê bidome? Gelo Sûriye bi temamî bişewite bibe xwelî?.. Ew Hêz û rêxistinên navnetewî, yên ku dikarin ji vê pirsê ra çareyekî bibînin, wek Rêxistina Milletên Yekbûyî û dewletên mezin çima sekinîne? Mixabin ew, tiştê ku dikeve ser milê wan pêk naynin. Bi sedhezaran kes jî ji şer û şewata Sûriyê revîn û hatin Tirkîyê û Kurdistanê. Dibêjin qasi 260 hezarî wan di kampan da hatine cîkirin. Lê bi sedhezarên wan jî li çarkoşeyê welat belav bûne. Piraniya wan bê mal û bê kar in. Hinek hewl didin karê xwe rast bikin, hinek eger bibînin bi bedêleke gelek erzan kar dikin; Gelek ji wan di kûçe û kolanan da parsekî dikin da ku bikaribin jiyana xwe bidomînin. Lê derd û êşên wan bi vê namîne. Her usa jî li gelek cîyan xelk nerazîbûna xwe ji wan ra nîşan dide û êrişî wan dike. Carina dikan û malên wan, carina canê wan dibê hedefa êrişan. Li vê dawîyê li gelek cîyên Tirkiyê gelek êrişên bi vî rengî çêbûn. Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), dixwazin him bala Rêxistinên Navnetewî û Hukumeta Tirkiyê, him jî bala hemû welatîyan bikişînin ser vê pirsê. Rêxistina Milletên Yekbûyî, bi taybetî jî Konseya Ewleyî û endamên wê, ku dikarin ji bo çareseriya vê pirsê roleke baş bilîzin, divê bêdeng nemînin, ji bo rawestandina şer li Sûriyê û ji bo hevhatinê di navbera hemû terefan da kar û xebat bikin. Hukumeta Tirkiyê divê ji bo hewandina penaberan têr kampan ava bike ku di alîyê xwarin-vexwarin û xweşîyê da baş bin. Rêxistina Penaberan a Bilind a Milletên Yekbûyî, divê çi dikeve ser milê xwe bi cî bîne ji bo cîkirina peneberan û eger ew dixwazin biçin welatekî dinê, bi karê wan mijûl be. HAK-PAR, her usa jî gazî hemû welatiyan dike ku piştgiriya penaberan bikin, da ku êş û derdê wan piçek sivik be. Ev karekî mirovî ye. Kemal Burkay 23 Tîrmeh-2014 |