Mesaja pîrozbahî ji bo Hukumeta Kurdistanê
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Kemal Burkay bi mesajekê hukumeta teze ya Kurdistanê pîroz kir. Burkay di mesaja xwe da usa got, “çi bi şiklê federal çi serbixwe, divê gelê Kurd gor dil û daxwaza xwe heqê çarenûsî bi kar bine.” (Temamiya mesajê li jêrê ye.) Hêja Nêçîrvan Barzanî Ji ber avabûna Hukumeta teze ya Kurdistanê ez we û hemû endamên hukumetê pîroz dikim û ji we ra serkevtin dixwazim. Hukumeta we ya teze di demeke han da ava bû ku li Iraqê careke din bûyerên mezin diqewimin. Em hêvîdar in ew şer û şewata mezhebî rojkî berê bighê dawî, aramî bê Iraqê û Kurdistanê. Her usa Kerkûk û herêmên dinê ku beşekî Kurdistana Başûr in, êdî tevî axa Herêma Kurdistanê bin û çi bi şiklê federal çı serbixwe, gelê Kurd gor dil û daxwaza xwe heqê çarenûsî bi kar bine. Bi silavên birayetî… Kemal Burkay 21 Heziran 2014 |