Ji ber Yekê Gulanê sibe karker û xebatkar li kolanan bin.
Li Îstembolê Hukumetê destûr neda ku Yek Gulan di kolana Taksîmê da bê pîrozkirin û kolanên dinê nîşan da. Got hin xeber gihane Hukumetê ku hin grûban xwe hazır kirine ku li Taksîmê êriş bibin ser hêzên ewleyiyê.
Bi raya me ev biryara hukumetê ne li cî ye. Par rê nedan ku Kolana Taksîmê ji bo pîrozkirinê bi kar bê, gotin li kolanê kar û xebata avadaniyê heye. Lê îsal karê ji bo rêzkirina kolanê temam bûye. Her usa, di salên 2011 û 2012 da li Taksîmê Yek Gulan hate pîrozkirin û ti xirabî çênebû.
Digel vê, eger hin grûb xwedî niyeteke xirab in û dixwazin sibe di dema xwepênîşandanan da tevliheviyê derînin, ewê dikarin vî tiştî li kolanên dinê jî bikin. Karê ku dikeve ser milê Hukumetê ev e ku tevdîran bistîne û rê nede wan, lê eger dîsa jî xirabî kirin, gor yasayan pê mijûl be, hisabê xirabiyê ji wan bipirse.
Em wek HAK-PAR, Hukumetê neheq dibînin û gunekar dikin ji bo ku destûr neda Yek Gulan li Taksîmê bê pîrozkirin. Her usa jî em dixwazin Yek Gulan li her der bi awayekî aştiyane derbaz be, tu bûyereke xirab çênebe.
Roja Yekitî û Piştgirîya Karkeran, Yek Gulan pîroz be!
Kemal Burkay
Serokê Giştî yê HAK-PAR
30 Nîsan, 2014