GÜNCEL

Newroz pîroz be!

Gelê Kurd di hemû parçên Kurdistanê da û li der welat newroza 2014 pîroz dike. Li Kurdistana Başûr di rewşeke azad da pîroz dike. Lê li parçeyên din rewş cuda ye.



Li Bakur jî ev salek e ku sîleh bêdeng in. Ew ew tiştekî baş e û gelê Kurd cejna Newrozê di rewşeke han da pîroz dike. Lê mixabin li Bakûr hîn pirsa Kurd çareser ne bûye. Pêvajoya ku jê ra tê gotin “çareserî û aşitî” hîn ne gihaye encameke baş.

Li Rojhilatê Kurdistanê zulm û neheqiya li ser gelê Kurd berdewam e. Di Rejîma Meleyan da guhartin tune.

Li Sûriyê û Kurdistana Rojava jî şer berdewam e. Sûriye ser û bin bû, bi sedhezaran kes hatin kuştin, bi mîlyonan kes koçber bûn. Kurd jî ji vî şerê bê eman para xwe distînin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku rewşa van hersê parçên Kurdistanê (Bakur, Rojhilat û Rojava) jî rojkî berê bê guhartin, gelê Kurd bigihîje azadiya xwe, cejna xwe di rewşeke azad da, di aşitîyê da pîroz bike.

Em ji bo vê yekê kar û xebat dikin. Ji bo welateki azad û aram.

Bi vê hêvî û daxwazê cejna Newrozê ya hemû Kurdan û gelên cîran pîroz dikim, ji bo herêmê azadî û aşitî dixwazim.

Kemal Burkay
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan


21 Adar 2014

 

About Post Author