GÜNCEL

HETANÎ KU HUN HEV NEGİRİN, HUNÊ SERNEKEVİN

"HETANÎ KU HUN HEV NEGİRİN, HUNÊ SERNEKEVİN"

Latif EPÖZDEMİR

Serokkomarê dewleta Kurdistanê a Mahabadê nemir QAZÎ MIHEMED û hevalên wî roja 31’ê meha 03’anda sala 1947 ( 31.03.1947) li meydana ÇARÇİRA ya Mahabadê hatin darvekirin. Di ser darvekirina nemir Qazî Mihemed û hevrêyên wî de 75 sal derbas bû, lê hê jî, mêrxasî û wêrekî û cesareta Qazî nehatîye jibîr kirin.

Qazî û hevrêyên xwe ta axirîn nefesa canê xwe, li ser sonda azadî û serxwebûna Kurdistanê man. Bi yada Qadî Mihemmedê nemir min divê ez çend şîret û wesyeta wî bibîr bînim:

“Malê dinyayê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem jî wê nîştimanek we jî, hebe.”

“Hetanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin”

Qazî Muhammed, dema ku ber bi sêdarê va diçû, bi bîr û bawerîya azadîya Kurdistanê serbilind bu. Leşkerên dagirkeran ku xwastin çehvê wî girê bidin ji wan re hêr û tûrebu û got:

“Çavên min girênedin, ez hez dikim di saniyên dawî yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavvekirî li welatê xwe binerim. Hûn Qazî Mihemedekî dikujin, lê bizanibin ku di her dilopek xwîna min de, wê bi hezaran Qazî Mihemedên din şîn bibin. Ez bang li gelê Kurd dikim ku xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam bikin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

Qazî Mihammed nimuneyeke ji egernasî û welatperwerîya gelê Kurd.

Pêşewayê Kurd Qazî Mihemmed, pêş ku were daliqandin, xwest ku çend şîretan li gelê Kurd bike. Ev şîret her wek osînameyek yanî wesyetnameyekin. Lewra ev osîname ji du beşa pêk tê. Beşa yekem derheqê dehatûya Kurdan û serborîya Koamara Mahabadê ye, ya didûyan jî, bangeke ji bo malbatê, ji bo heqhelal kirin û xweşkirina gîyana pak a Qazi ye. Emê zêdetir li ser şîret û bangewazîya Pêşewayê Kurd bisekinin.

Ev wesyetname ji pirtûka nivîskarê Îranî Seyyid Mihemmed Semedî a bi navê “Nigahî bi tarîxi Mehabad” ku sala 1373’êyê berê li Mahabadê çap buye û her wiha ji alîyê dostê minê hêja niviskarê nûjen a edebîyata Kurdî Jan Dost ve ji Farisî hatîye weregerandin bo zimanê Kurdî / Kurmancî.

Van şîretan dike nemir Qazî:

“Ji hevûdu re neyartî nekin, hevûdu biparêzin û alîkarîya hev bikin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin, tehemmûla we dike, paşî, divê hûn bizanin ku qet bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya Kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê her maf û berjewendîyeke, xwedîyê her tiştekî ye. Heta neteweya Kurd ji aliyê egîdî û xîretê ve ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Miletê Kurd jî, wek neteweyên din e, wekî wanên ku ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn jihev re, rîkdar nebin, xwe nefiroşin dijmin û jihev re xweşbîn bin û tehemûla hevûdu bikin… Dijminê Kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyî dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, wê bixwazin ku we, bi destê hev bidin kuştin.. Dijmin wê bixwaze ku we, bêşexsiyet bike, wê bixwaze bi dek û derewan, bi eger û fenan we, bi destê we bide kuştin.” (ji wesyetnameya Qazî)

HOSÎNAMEYA (WESYETA) QAZÎ MIHEMED Jİ BO GELÊ KURD
“Bi navê Xwedêyê mêrîvan û dilovan.(Bismillahurehmanurehîm)

Gelê minê Kurd û birayên minên hêja, birayên minên xêrxwaz, gelê min ê zorlêkirî; Vaye ez di gavên herî dawînên jiyana xwe de me. Werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim rawestin. Xwe belaş mefiroşin dijminan. Dijmin her ewqase ku dixwaze tenê karê xwe bi we pêk bîne û qet bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de, qet li we nabihûre.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sembola serketina her gel û netewek, hevgirtin û yekbûn e.

Her gelê ku yekît û aîdîyeta wî nebe; ewê her tim li bin destê dujmin be. Tu tiştê gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê cîhanê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê bele, bi yekîtiya nav xwe, welatê xwe rizgar kirine, bila hun jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê; êdî bindest nemînin.(…)

Ji nav dûjminên miletê Kurd yên here dijwar Ecem in. Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir in. Destê xwe ji tu tawanên li dijî gelê Kurd nakêşin. Di dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wan a kevnar her hebûye û her niha jî heye.

Binêrin, tev zilamên we yên mezin, Simayîl Axayê Şikak, Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengûr û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandinê berteref kirin. Tevegerên wan serkût kirin u xelq ji pişt wan vekirin û bi nemerdî ew kuştin. Wan teva, bi sonda Quranê xapandin. Lêbelê ev qewil û bex her xweş xeberek bun. Lewra ne qabil bu kû mirov bi sond û sozên Eceman bawer bike. Ew mezinên Kurdan mixabin ku biwan eger û fenên Eceman hatine xapandin, ji ber vê berteref bune. Lê, hetanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye ku bi tenê carekê jî be, Ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û sozên ku dabine Kurdan pêk bînin.

“Ewan her tim bi derew u xapandinê ser li me egerandine. Vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim:

“Pişta hev bigirin û tu carî pişta hev ber nedin. Piştrast û dilsoz bin. Eger Ecem hingiv bide we, bizanin ku jehrî xistiye navê. Bi sond û sozên direwîn yên Eceman nexapin. Eger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixin û soz bidin we, bi tenê armanca wan xapandina we ye.

Vaye ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim. Ji bo xatirê Xwedayê mezin şîreta min li we be, bizanin ku çî ji destê min hat, bi ser û can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re radest kir, ez xemsar nebum.

Soza min ne ew bû kû ez herim û we di destê van dujminên dilreş de bihêlim. Min pir caran jî raborî û her wiha ji zilamên meyên mezin hizirandî ye; ji yên ku Eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û tu carî jî, min ji Eceman bawer nekiriye, lê belê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir mezin ku niyaza xêrê ya dewleta Ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, eger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekiran û xwe nefirotina hukûmeta Ecem, weha nedihate serê me û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ku tu tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelan bi paşve nemînin û her xwendin e, ku çeka kujer a dujminan e.

Piştrast bin û bizanin eger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe ku bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, hetanî hun digîjin hêvî û armancê xwe; dibe ku hun pir kesên din, yên mîna me, di vê rê de gorî bikin.
Gûncan u pêkane (mumkune) ku piştû me jî, pir kesên din jî, her wiha, bi xapandin û durûtiyê, wê ji holê werin rakirin.

Ez bawerim ew kesên ku wê piştû me jî, bi Eceman bixapin û bikevin dafika wan, belkû ji me zanatir û hêjatir jî bin. Lê belê ez hêvîdarim ku wê kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re, bibe pend û îbret.

Ez bi dil û can bawerim ku, Xwedayê mezin wê, alîkarîya we bike ji bo ku hûn serbixwe bibin.

Niha heye ku hun bêjin; lê çima Qazî serketû nebû?

Ez bi Xwedê kim, ez serketî me. Tu nîmetek, tu serketinek ji wê yekê mezintir nîne ku vaye ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim. Bawer bikin, min pir ji dil dixwest ku eger ez mirim di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de, enîya min spî rûyê min geş be, ji min re serketina herî mezin ev e.

KURDİSTAN, MALA HER KURDEKÎ YE

Her wek di malêk de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, wekî din, mafê tu kesî tu ne ku hesûdiyê pê bike. Kurdistan jî her ew mal e, eger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bi êşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene. Eger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene.

BİRAYÊ TEYÊ KURD, HER TİM Jİ DUJMİNÊ TEYÊ DİLBİKÎN BAŞTİRE

Eger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de ne radiwestiyam. Ji ber ku me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl kir ev rûdan qewimin.
Piştrast im eger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitûyê xwe, niha ewê jî li şûna min, di bin darê sêdarê de bûya.

Yekîtû û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah mebin, bi taybetû jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

Ji bo çend rojên vê jiyana bê qîmeta li vê dinê, xwe nefiroşin dujminan, ji ber ku dujmin, dujmin e û ne ew kese ku mirov pê bawer bike.

Eger yekî jiwe dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

Malê dinê ne tiştek e, eger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.

Wekî ku Sedî Kerem kiriye:

“Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm / Hewalet ba Xuda kerdîm û reftûm”

(Helwesta me şîret bûn û me kir / Em çûn û me we hewalê Xwedê kir)

Ez birêz û hirmet Qazî Mihammed û hevrêyên wî bibîr tûnim. Her wiha di roja yada şehîdên Kurdistanê de ez hemu şehîdên gelê Kurd yad dikim û li ber xebat û fedekarîyên wan her tim rêzdarim.

About Post Author