Newroz; di ramana me Kurdan de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e…
Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nûye.
Newroz roja vejîna miletê Kurd e.
Newroz cejne û her cejnek ramûsane, himbêz kirin û reqs û dîlan e.. Hêvîdarim ku em di hemu cejin û seyranan de hevûdun bi dilşahî himbêz bikin.
Newroz, sondek e ji bo hemu Kurdan, Newroz exteke, qewleke bextêke sipîye, Newroz mizgînîyeke ji Kawa, ji Medan, ji bab kalan. Newroz, bawerîyek paye bilinde di rêya azdîya Kurdistanê de. Newroz Kurd e, Newroz sernivişta Kurd e.
Ev serdema nû, ronahîyek hilpêxistîye kû di navê de azadîya Kurdan xûya dike. Ev serdema nû, serdema Kurd Kurdistanê ye. Divê Kurd ji keys mefer û mecal û derfetên vê serdemê sûdek baş werbigrin. Li başûr Kurdistanek serbixwe damezrînin li beşên din jî, ber bi jîyanek azad gavan bavêjin.
Ez li ser navê xwe û partîya me; Partîya Maf û Azadîyan, roja ajdan û berxwedan û vejîna Miletê Kurd Newrozê, bi coş silav dikim.
Bixêr be Newroz û roja Nu a Kurdan.
Hêvîya me ewe kû, mirovhizên cihanê civaka navneteweyî, gûhê xwe bide axîn nalîna gelê Kurd.
Partîya Maf û Azadîyan hîvîdare kû Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserê Kurdistanê.
Ez, bi hestên herî germ, cejna netewî a gelê Kurd pîroz dikim.
Hêvîya me ewe kû, mirovhizên cihanê û civaka navneteweyî, gûhê xwe bidin helwest û daxwazên miletê Kurd û her wiha her yek bibin piştevanê azadîya Kurdistanê.
Hîvîdarim kû nûra Newroze bibe çare û derman ji bo sosreta serê Kurdan.
Hîvîdarim kû, şewqa Newrozê dilovanîyek bixe dilê tûndperest û zordestan.
Hîvîdarim kû Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserê Kurdistanê.
Ez bi hestên herî germ, cejna netewî a miletê Kurd pîroz dikim.
Hemu rojên we, Newroz bin.
Newroza we pîroz be.
Latif EPÖZDEMİR
SEROKÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR