GÜNCEL

HAK-PAR: NEWROZ NAVNÎŞANA MİLETÊ KURD E

Newroz; di ramana miletê Kurd de, ji raza Zerdeştê kal, hêvî û daxwazek e…

Newroz, rojeke nû, giyaneke nû, vîneke nû, evîneke nû, dileke nû, jiyaneke nû û cîhaneke nûye.

Newroz, sondek e ji bo hemu Kurdan, newroz exteke, qewleke û bextêke sipîye, newroz mizgînîyeke ji Kawa, ji Medan, ji bab û kalan. Newroz, bawerîyek payebilinde di rêya azdîya Kurdistanê de.

Ev serdema nû, ronahîyek hilpêxistîye kû di navê de azadîya Kurdan xûya dike. Ev serdema nû, serdema Kurd û Kurdistanê ye. Divê Kurd ji keys û mefer û mecal û derfetên vê serdemê sûdek baş werbigrin. Li başûr Kurdistanek serbixwe damezrînin û li beşên din jî, ber bi jîyanek federal û wekhev gavan bavêjin.

Eşkereye kû di serdema nû de, êdî, şerê çekdarî û kûştin û pevçûn, çare nîne. Dema şer, û pevçûnan derbas bu. Ji bo Kurdan diplomasi û guftugo (mizakere) lazim e. Di rabirdu mixabin ku li Bakûrê Kurdistanê, di her hal û mercek de, domandina şer xesarek mezin da civaka Kurd. Sed heyf û mixabin kû do li bakûrê Kurdistanê, şerêke qirêj didomand, niştecîyên ku mabun di navbeyna herdu agiran de, gelek neçar û mexdûr bun. Miletê Kurd di nav xîzanî û perîşanîyê de koçber bu û lewra terke dîyar bu, bu penaber. Kurdistan wêran û kawil bu. Bi sedan keç û xortên Kurdistanî hatin kuştin û birîndar kirin. Li Bakûrê Kurdistanê sedem vî şerê qirêj û helwestên tûndperest, jîyan ber bi rawestanê ve meşîya.

Miletê Kurd bi sedem siyaset û inyadên hişk û bêwate yên devletên dijî kurda, îro, di nav derya zordestîyê de ketîye cehda man û nemanê.

Dewleta Tûrk, bi hinceta berteref kirina YPG/PKK’ê, li başûr û rojavayê Kurdistanê tevgerek leşkerî birêve dibe. Em vê destdirêjîyê rıswa dikin.

Tundperestîya hêzên xêrnexwaz bûye sedemê weranîyek mezin.

Mixabin ku li her sê parçeyên Kurdistanê de, Kurd di bin bandûra sîyasetên qirêj de, li benda felatê ne.

Partîya Maf û Azadîyan, roja ajdan û berxwedan û vejîna gelê Kurd Newrozê, bi coş silav dike. Bixêr be Newroz û rojanuya Kurdan.
Newroz nav û nişana miletê Kurd e.

Hêvîya me ewe kû, mirovhizên cihanê û civaka navneteweyî, gûhê xwe bidin helwest û hewara miletê Kurd.

Em wekî HAK-PARê hîvîdarin kû nûra Newroze bibe çare û derman ji bo sosreta serê Kurdan.

Hîvîdarin kû, şewqa Newrozê dilovanîyek bixe dilê tûndperest û zordestan.

Partîya Maf û Azadîyan hîvîdare kû Newroz her wek nav û naveroka xwe, bibe destpêkek nû li seranserê Kurdistanê.

HAK-PAR, bi hestên herî germ û birayane, cejna netewî a gelê Kurd pîroz dike..

Newroza pîroz be.

NİVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAKPAR

About Post Author