GÜNCEL

EM HIDIR MAK Bİ RÊZGIRTINÎ Bİ BÎR TÎNİN  

EM HIDIR MAK Bİ RÊZGIRTINÎ Bİ BÎR TÎNİN  

Gelek mixabin, ku hevalê me, yê hêja, Hıdır Mak di 28.04.2020 an da xatir ji me xwest û koça dawî kir.

Hıdır Mak çalakvanekî doza Kurd û Kurdistanê, her wisa endam û rêveberê Komela Piştgirîya HAK-PAR Ewrupa bû.

Di nava kar û xebata kurdistanî da hesabên wî, yên veşartî tunebûn, hevaltiya wî li gel tevaya endam û aligiran rast û rasteqîn bû.
Nexweşîya kambax pêsîra wî berneda û ew ji destên me girt.

Em wek endam û alîgirên HAK-PARê carek dî serxwaşîyê ji bo malbat û tevaya hezkirîyên wî dixwazin. Hıdır Mak wê tim û tim di bîra me da be, keda wî nayê jibîrkirin.
Em carek dî, li ser navê tevaya endam û alîgirên Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, Hıdır Mak bi giramî bi bîr tînin.

Nivîsîngeha Çapemenî û Ragîhandinê ya
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

About Post Author