Di 28.03.2021 an da şandeya ji 5 kesan pêkhatî, ku Birêz Kejal Derwêş wek rêveberê Navenda Revenda Kurd, serpereştyarîya wê dikir serdana nûnertîya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya li paytexta Herêma Kurdistanê/Hewlêrê kir.
Cîgirê Serok û Berpirsyarê Têkiliyên Rojhilata Navîn Zana Sezen û Rêveberê Liqa Hewlêrê Halit Epozdemîr bi dilgermî pêşwaziya şandeyê kirin.
Birêz Kejal Derwêş di derbarê kar û xebatên Navenda Revenda Kurd li derve agahî dan û bal kişand ser girîngiya kar û xebatên li dîsaporayê.
Birêz Kejal Derwêş, li ser yekdengî û hevkarîya li dîasporayê çend pêşniyar kirin.
Zana Sezen, piştgiriya xwe ya ji bo Navenda Revenda Kurd dupat kir û pîrozbahî li mîvanan kir.
Ji piştî dan û standineke dilgermî birêz Kejal Derwêş û şandeya Navenda Revenda Kurd, bi hêvîya tevxebateke bi rêz û pêk xatir xwestin.
Nivîsîngeha Çapemenîyê ya HAK-PARê