13 C
Diyarbakır
Cumartesi, Ekim 23, 2021

BIJÎ PIŞTGIRÎYA JINAN!

Yaklaşık okuma süresi: 3 dakika

Li Emerîkayê, di sala 1857an da karkerên tekstîlê yên jin bêtirs li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan. Têkoşîna jinan a ku wê rojê dest pê kir, îro jî li seranserî dinyayê, pêşiya jinan ronî dike.
Her çiqas li gorî pêşketina dewlet û civakan cuda cuda be jî, li seranserê cîhanê, di sêrî da ji bo ewlehîyê, ji bo derfetên kar û perwerdeyê yen ku ji bo jinan tên dayîngelekî kêm in û ev pirsgirêka li pêş jinan her tim astengiyek e.
Li cîhanê jin bi tenê ji ber zayenda xwe rastî tundiyê tên, destdirêjî li wan tê kirin, tecawîzî wan dikin û ji canê xwe dibin. Gava em li qada xebatê dinerin; pirî caran mêr rêvebir in, karker in. Jin jî zêdetir di qada xizmetê de kar dikin. Dîsa li gelek welatan jin bêçare bi mehaniyên kêm dixebitin. Tirkiye jî di nav da li gelek dewletan ji bo perwerdeyê derfeta ku didin jinan kêmtir e û edîl nîn e.
Dîsa wekî heyanî îro, hikûmeta îro jî di nava politikaya xwe ya ekonomîk dacih nade jinan. Ji bo ku jin jî bikaribin bixebitin, astengiyên li pêş wan ranake. Her wiha jinên ku perwerdeya pîşeyekî girtinenikarin di beşa xwe de karekî peyda bikin an jî ji bo ku pozisyona wan, kariyera wan bilind bibe pêşî li wan tê girtin û derfet naye dayîn. Jin dîsa bêçare bi mehaniyeke kêm, di qada xizmetê da dişixulin.
Di vê pêvajoya şewba koronayê de jî me dît ku ewilî jin ji kar hatin avêtin; xwedîkirina zarokan, kal û pîran û karên malê li ser milên wan man. Barê giran dîsa ji jinan re ma. Mixabin di van  rojên karantînayê da tundîya li ser jinan hinekî din zêde bû.
Talûkeya li ser ewlehiya jinan her roj zêdetir dibe. Her roj kêm û zêde 3 jin tên kuştin; carna di rojekê de ji ber zilma zîhnîyeta mêran 4-5 jin jî canê xwe dibin. Helbet ev qetla li ser jinan ji ber sedemên cuda rû dide.
Di serê de şêwaza axaftinê ya rêvebiran, civakê teşwîqî tundiyê dike. Ligel vê fikir û kevneşopiyên civakê mêran wek otorîte nişan didin. Civak  di vê çarçoveyê de ser zilm û zordariya mêran dinûqmîne, wekî ku bi awayekî mafdar zordarî li jinan dikin, wan bêsûc nişan dide. Sûcdarên ku jinan dikujin, tecawîz û destdirêjîya li wan dikin, gava derdikevin dadgehê jî bi saya qanûnan bi hincetên “helwesta baş, nemûs û mantiqa heq dikir” cezayên kêm distînin û pişt ra jî, bi saya qanûnên din tên berdan. Zordarên ku van dizanin jî ji vê cesaret digirin û çavên xwe sor dikin.
Ji bo parastina jinan qanûna 6284an heye. Lê ji ber ku hêzên ewlehîyê demildest û bi awayekî baş qanûnê bi cih nayînin; jin rastî tundiyê tên û mixabin hinek ji wan jî can didin. 
Divê Tirkiye li gorî Peymana Stenbolê qanûnên xwe serast bike. Lê ev mesele li aliyekî, ew hê jî dixwazin îmzeya xwe ya di peymanê paşve bikşînin û wê betal bikin.
Personelên ku qaşo ji bo “ewlehîya gel” li herêmê peywirdarin dizanin, ku dewlet dê li pişta wan be û li bajarên Kurdistanê tecawîzî jinan dikin, destdirêjiyê li jinan dikin.
EM WEK PARTIYA MAF Û AZADIYAN DIBÊJIN;
-Ev zilma li ser jinan êdî bûye qirkirinek û divê rayeder ji bo ku pêşî li van bigirin demildest hinek tiştanbikin;
-Divê Qanûna 6284an bi awayekî baş were sepandin û ji bo kujinên Kurd bi zimanê xwe û hemû jin bi hêsanî bikaribin ji vê qanûnê sûdê werbigrin; divê serastkirinên hewce werin kirin.
-Divê hikûmet îmzeya xwe ya li ser Peymana Stenbolê betal neke, berewajî vê yekê divê qanûnên Tirkiyê li gorî peymanê bên serastkirin. Ji bo ku pêşî li ber zewaca zarokan bigirin jî, divê qanûn were derxistin.
-Gotin û sepandinên ku cesaret didin tecawîzkaran divê hema bên terikandin û ev sepandinên ku tirsa wan dişkênin divê careke din neyên dubarekirin.
-Gava polîtîkayên aborî tên kirin, divê şert û mercên jinan jî li ber çavan bên girtin û li gorî vê yekê pêşî li ber jinan were vekirin. Bi taybetî jî di pêvajoya şewba koronayê da, jinên ku karên malê dikin divê ji aliyê dewletê va bên sîgortekirin.
-Wek mafekî mirovî; ji bo ku jinên Kurd jî bikaribin bi zimanê xwe ji dewletê xizmet bigirin, bi zarokên xwe ra bi zimanê xwe bipeyvin û bi zimanê xwe perwerdeyê bigrin, divê Kurdî jî bibe zimanê fermî. Divê ji bo vê yekê xebat were kirin û bi hiqûqî çareser bibe.
BIJÎ 8ê ADARÊ ROJA JINÊN CÎHANÊ!

SULTAN SEZER SOYLEMEZ
Berpirsa Baskê Jinan a HAK-PARê / Cîhgira Serokê Giştî

İlgili İçerikler

İletişimde Kalın

22,974BeğenenlerBeğen
0TakipçilerTakip Et
3,266TakipçilerTakip Et
0AbonelerAbone

Son Eklenenler