GÜNCEL

Epozdemîr: Bawer Nakim AKP Plana Mafên Mirovan Pêkbîne

Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)’ê Latîf Epozdemîr

Serokomarên Tirkiyê di 2’yê meha Adarê de “Plana Çalakîyê ya Mafên Mirov” eşkere kir. Piştî daxûyanîya Erdogan ev plan di nav sîyaseta Tirkiyê de hate gotûbêjkirin.

CHP di serî de hemû partîyên opozîsyonê ev plana ku Erdogan eşkere kir pê bawer nebûn. Li gorî opozîsyonê Erdogan bi van gotinan dixwaze ku temenê desthilata xwe dirjê bike.

Opozisyon dipirse û dibêje, “Ev 19 sal in, Recep Tayyip Erdogan di desthilatê de ye, başe heta niha çi ma kêşa mafên mirovan çareser nekirîye û ana van tişta tîne rojevê?”

Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)’ê Latîf Epozdemîr jî heman pirsan ji AKP’ê dipirse. Epozdemîr balê dikşîne ser kêmasîya mafên mirova û wiha qise dike “Heke di demeke wiha de behsa mafên mirov tê kirin, ev jî tê ew wateyê ku li Tirkiyê mafên mirov tuneye. Bi ya min tiştê ku Erdogan dibêje girînge lê ez hîç bawer nakim ku bikaribin evan gotinên xwe têxin merîyetê.”

Plana ku Erdogan ragihand tê de hîç behsa mafên Kurdan nayê kirin. Serokê HAK-PAR’ê Epozdemîr balê dikşîne ser vê derê jî û nêrînên xwe wiha tîne ziman”Temaşe bikin di vê planê de hîç behsa Kurdan û mafên Kurdan nayê kirin. Ev jî tê wê wateyê ku, di vê planê de naxwazin mesela Kurdan bibînin. Heke heta ev mesele neyê çareserkirin li Tirkiyê mafên mirovan jî pêkan nîne ku çareser bibe.”

Epozdemîr radigîhîne ku heke Erdogan bixwaze jî lê şîrîkê wî Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî dê rê nede Erdogan.

Raporta Enqerê 07-03-2021/Eyûp Demîr

https://www.dengeamerika.com/a/tirkiye_kurd_demokras%C3%AE/5804855.html

About Post Author