Welatperwerê Kurd Behlûl Yavuz îro berê sibê li Diyarbekrê jîyana xwe ji dest da. Behlûl YAVUZ, sala 1955an li Çêrmûga Diyarbekirê ji dayik bûye. Yavuz ji sala 1970 û hetanî niha dinav tevgera welatperwer a Kurd de cih girtibu. Di tevger û rêxistinên wekî Rizgarî-Ala Rizgarî, Partîya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) û DKPê de xebata xwe a sîyasî domand. Ew ji ber xebatên xweyên siyasi sê caran hatibu hepis kirin.
Em gelek xemgîn in.
Bila serê malbatê, nas û dost û heval û hezkiryan, her wiha serê hevkar û tevgera welatparêz a miletê Kurd sax bî.
Miletê Kurd ewladeke xweyê hêja wenda kir.
Rûhşad bî, di nav nûr û ronahîyê de razê.
NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYA HAK-PAR