SEROKÊ RÛMETÊ YÊ HAK-PARê ABDULMELÎK FIRAT HERDEM DI BÎRA ME DE YE
Birewer, rayedar, sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurdistanê, neviyê serokê tevgera Şêx Seîd, dildarê tevgera Kurd û Kurdistanê, damezrêner û serokê rumetê yê Partiya Maf û Azadîyan HAK-PAR’ê Abdulmelîk Firat berîya 8 salan di roja roja 29. 09. 2009’an de çû ser heqîya xwe.
Serokê rûmetîyê yê Partîya me, Abdulmelik FİRAT, mixabin hê di dema amdekarîya damezrandina HAK-PAR’ê de, nexweşîya wî a bêkeys xwe nîşan dabû. Dîsan jî Abdulmelik Firat ev rewşa xwe, qet ne kir hincet û neda pêş xebatên siyasî. Wan rojan, di wan mercên dijwar û zehmet de jî, bi hemû hêz û karîna xwe xebata Kurdayetî domand. Abdulmelik FİRAT’ê nemir, heta roja dawî a temenê xwe, bi hestên netewî û bawermend ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê xebitî.
Ew kesekî xweşbîn, bawermend û demokratekî nujen bû. Rayedar û ronakbîrek bijare, rîspî û zanayekî miletê me bû. Hemû hevrên wî yên nav HAK-PARê de şahidê wê ne ku wî her wext baweri bi pirdengî u pirrengîyê dianî û ji bo pêkanîna vê helwestê, gelek hewildar bû.
HAKPAR Serokê damêzrêner û serokê rûmetê yê Partîya me Abdulmelik Firat bi hurmet yad dike û dê di têkoşîna xwe de herdem navê bide jiyandin.
28.09.2017
HAK-PAR
Partiya Maf û Azadiyan