SPASÎ
Heval û hogirên delal,
Wekî hûn zanin, keça min Hêlîn ji ber lêdana motosîkletekê li Stokholmê jiyana xwe winda kir. Kar û berên otopsiyê dereng ket û me ew di 28’e Nîsanê da veşart.
Ji ber vê yekê, Serokê Herêma kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî di nav da, serokên gelek sazî, partî û komelan; gelek hevalan, nas û dostan, bi riya têlefon û înternetê li min geriyan, êşa me parve kirin û sersaxî xwestin. Qismek ji van mesajan di malpera Dengê Kurdistan da cî girt.
Dîsa bi taybetî li Stokholmê û der û dora wê, ji Almanya Federal û welatên Ewrûpa yên dinê, ji nav welat, gelek heval, nas û dost, dema Hêlîn li nexweşxanê bû, dema veşartinê û civînên taziyê da li gel me bûn. Mecal nebû ku navê wan û yên ku bi rîya têlefon û înternetê mesaj şandin yek bi yek binivîsim. Lê bi navê xwe û bi navê malbatê spasiya wan hemûyan dikim.
Bila nas û dost sax bin.
Kemal Burkay
7ê Gulanê, 2017