GÜNCEL

Partiya Pêşveru Serdana HAK-PARê kir










 





Endamê mekteba siyasi ya Partiya Demoqrata Pêşveru Kurd li Suriyê Salah Derwêş tevi hevalên xwe Şeyhmus Kaya û Varoj Tello ve di 16.06.2013an de, li Diyarbekir, serdana HAK-PARê kirin. Şanda Partiya Pêşveru ji aliyê Cigirê Serokê Giştîyê HAK-PARê Bayram Bozyel, Serokê Şaxa Diyarbekir Vasıf Kaharaman û rêvebirê partiyê Eşref Çakan ve hatin pêşwazîkirin.

Serokê şanda Partiya Pêşveru Salah Derwêş, di hevdîtinê de li ser rewşa Suriyê sekinî û derbarê tevgera Kurd li Suriyê rêvebirê HAK-PARê agahdar kir. Rêzdar Salah Derwêş di axaftina xwe da weha got: ‘Rewşa Suriyê her diçe xirabtir dibe. Xuyaye ne rejima Beas ne jî mixalefet dikare bi riya şer bigihîje armanca xwe. Hêzên navdewletî jî ji bilî kû pirsa Suriyê zutêr safî bikin, dixwazên him rejim û him jî opozisyon lawaz bibe, da kû daxwazên xwe  hêsantir bi wan bidin qebûlkirin. Lê di encamê da pêwiste pirsa Suriyê ne bi riya şer, lê bi riya diyalogê were çareserkirin.’

Rêzdar Derwêş axaftina xwe weha domand; ‘Em Kurd dixwazên bi yekîtî, bi metodên aqilane û bi riya diyalogê mafên xwe yên neteweyi bi destbixin. Divê maf û hebuna Kurdan di destura nu ya Suriyê de cihê xwe bigre. Divê Kurd wek yek ji pêkhatiyên Suriyê werên qebulkirin.’

Li ser navê HAK-PARê Bayram Bozyel jî xêrhatina mêvanan kir û weha got. ‘Em rewşa Suriyê ji seri heta nuha bi awayeke nêzîg dişopînin. Her tim çav û guhên me li ser birayên me yên Suriyê ne û dilên me bu we ra ye. Belê, bi şer pirsa Suriyê safi nabe. Diyalog tenê riya çareseriyê ye. Ji bo vê, Konferansa Cenevreyê ya 2an dikare bibe firsendek. Lê li alî din em pêşiya Kurdan ronahi dibînin. Piştî rejima Beas kes nikare mafê Kurdan pêştguh bike. Hewceye Kurd di nava xwe da lihevhatîbin û bi tefaq tevbigerin. Ji hebuna hev re rêzbigirin û li gor Peymana Hewlêrê pêwendiyê xwe birêve bibin.’

Bozyel axaftina xwe weha bi dawi anî, ‘Azadiya Kurdên Suriyê muhim e, ji ber kû azadiya Kurdên Suriyê wê tesirek mezin li ser rewşa Kurdên Turkiyê û İranê bike. Sedemê galegal û nerazîbuna van her du dewletan jî ev e. Em wek Partiya Maf û Azadiyan bi her awayi piştgiriya we û doza azadiya neteweya Kurd dikin.’

Hevdîtina kû qasek seet û nîv ajot, bi dawazên kû diyalog û hevkariya di nava her du partiyan de xurtir bibe bi dawî hat.

About Post Author