1 C
Diyarbakır
Perşembe, Ocak 27, 2022

PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA YEKITIYA NÎŞTIMANIYA KURDISTANÊ (YNK) KIR

Yaklaşık okuma süresi: 2 dakika

PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA YEKITIYA NÎŞTIMANIYA KURDISTANÊ (YNK) KIR

Roja Duşemê di 10.01.2022an de, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Giştî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Paşa Akdoxan (Cîgirê Serokê Giştî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kuş (Endam), Mihemed Oflas (Endam), Şakir Balta (Endam) û Ebdullah Oflas (Endam) serdana baregeha Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) kir.

Ser navê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Salar Serhed Xelîfe (Endamê Serkirdayetiyê û Berpirsê Pêwendiyan), Mamosta Xalid (Endamê Ofîsa Pêwendiyan), Wirya Zengene (Endamê Pêwendiyan), Bextiyar Kawanî (Berpirsê Rêveberiya Ofîsa Siyasî) û Kek Rêbaz (Berpirsê Pêwendî û Ragihandinê) pêşwaziya şandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kir.
Salar Serhed Xelîfe ji bo kêşeya Kurdan ya li Tirkiyeyê dazwaz û hêviya çareseriya aştiyane kir.

Serokê Giştî Letîf Epozdemîr agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir.
Letîf Epozdemîr di berdawama axavtina xwe de bal kişande ser rewşa kêşeya Kurdan li Bakur û got, dewleta Tirkiyeyê vê meseleyê wek kêşeya asayîşa dibîne lê kêşe neteweyî ye. Armanca me federalî ye û ji xeynî HAK-PARê tu alî daxwaza statuyekê ji Kurdan nakin.
Letîf Epozdemîr got; divê Kurdên hemû parçeyan li hember nîzama dijî Kurd ya li cîhanê bibine yek û têbikoşin. Li cîhanê gelek welat hene ku nifûsa gelekî ji ya Kurdistanê kêmtir e lê ew biryarê li ser qedera Kurdan didin.

Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.

Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) piştî xatirxwestinê bi dawî hat.

NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR

İlgili İçerikler

Son Eklenenler