Roj nîne ku Kurdeke welathiz ji alîyê rejima zordest û dagîrker a Îranê ve neyê radest kirin û darizandin û darve kirin. Rejima xwînmij hetanî îro bi hezaran gencên Kurd zindan kirîye û sedan ji wan di zindanan de kuştîye, di van rojên dawîde rejima zordesta Îranê vê carê jî, dest avêtîye gencên çalakvanên Kurd ku di sazîyên sivîl û medenî de kar û barên civakî û çand û hûnerî dikin.
Dîyare rejima xwînrêj kar û xabata van çalakvanan wek xeter zanîye û lewraye li çend bajêrên Rojhilatê Kurdistanê, hetanî niha bi deha kesên xwendevan û çalakvanên Kurd desteser kiriye.
Li gora çapemenîya derdor û her wiha li gor raporên Rêxistina Mafên Mirovan a herêmê, ji destpêka vê hefteyê ve nêzîkê 15 ji çalakvan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hatine desteser kirin.
Damezrênerê Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê Rêbîn Rehmanî, radigêne ku, “Di van du rojên berê de, ya hindik 11 xwendekar û çalakvanên sivîlên Kurd li bajarên Kerec, Mahabad, Bokan, Rebet û Merîwanê ji aliyê hêzên ewlekarîyên Îranê ve hatine raçaw kirin û ber bi cihên nediyar ve hatine veguhastin.”
Li gor amarên tomarkirîyên berdestê çapemenîyê, li Rojhilatê Kurdisanê di sala 2019’an de nêzikî 2 hezar kes û her wiha di sala 2020’an de jî, nêzikî 400 kes bi tawanên “peywendiya bi hêzên Kurdistanî, çalakî û karê rêxistinî a nehînî ” ji aliyên hêzên zordestên Rejimê ve hatine radestkirin û girtin.
Ev teda û zordarîya Rejimê di sal nû de jî her berdewam dike. Di vê meha yekem de, li gorî rageyandinên sazîyên mirovî û ehwalên çapemenîya herêmê; li bajarên cûrbecûrên Rojhilatê Kurdistanê hetanî îro nêzik 100 kesên din jî hatine girtin.
Helbet rejima zordesta Îranê van Kurdên welatperwer wek dujmin qebûl dike û bi tometa “karên sîyasî” wan desteser dike. Ev li gor hemû rêz û erkan û peymanên navnetewî sûceke mezin e. Rejim bêperwa hêrişên xweyên yasa nenas di domîne.
Divê hêzên parastina mafên mirovan, rêxistina Miletên Yekgirti û her wiha civaka nav netewî li himber van êrîşên dirinde bêdeng nemine.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR; van kiryarên rejima xwînrêj bi tûndî riswa û şermezar dikin. Bila dewleta zordest a Îranê destê xwe ji pêsîra gencên bêtawanên Kurd vekişîne. HAK-PAR bi hestên dilînî piştevanê xebatên demokratik e. Her wiha piştgirê çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ye. 23.03.2021
Latif EPÖZDEMİR
Serokê Giştîyê
Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR