Di 12.01.2021an de Elî Hisên, Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK û Berpirsê Peywendiyên Kurdistana Iraqê û Nizar Botanî Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Navxwe serdana HAK-PARê kirin.
Li ser navê HAK-PARê Cîgirê Serok û Berpirsê Peywendiyên Derva Zana Sezen, Endamê Meclîsa Partiyê Cengîz Temel, Halit Epozdemir, Osman Baydu, Abdullah Oflas, Medenî Tokuş û Tuncay Alparslan pêşwaziya şandeya PDKê kirin.
Elî Hisên di axaftina xwe da qala girîngiya siyaseta Kurdistanî ya HAK-PARê kir û got em ji nêz va kar û xebatên we dişopînin. Di berdewama axaftina xwe da behsa qedr û qîmeta ku Serok Barzanî dide HAK-PARê û Kemal Burkay kir.
Elî Hisên di 8. Kongreya HAK-PARê da li ser navê Serok Barzanî beşdar bibû.
Di berdewama serdanê da Zana Sezen jî bi kurtasî qala siyaset, girse, xebatên rêxistinî yên HAK-PARê û amadehîya ji bo hilbijartinan kir.
Zana Sezen bal kişand ser tengezarbûna dengdêrên Kurd ku di navbera AKP û HDPê da mane û qala dûrketina HDPê ya ji xeta Kurdistanî kir. Zana Sezen got divê em alternatîveke nû ya ji xeynî HDPê ya neteweyî ava bikin, divê hêzên Kurdî piştgirîya HAK-PARê bikin û ev rê jî ji HAK-PARê ra derbas dibe.
Hevdîtin bi hêvîya berdewamîya têkiliyên herdu alîyan û bi hêvîya serkeftinê bi dawî hat.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA HAK-PAR’ê