GÜNCEL

AKAGÜNDÜZ 33 SAL BERÊ HATE KUŞTÎN

WEKÎ ÎRO Lİ BÎRA ME YE

Îro roja salyada kuştina Hüseyîn Eli Akagündüz e. Sal bi du hev yek bi yek diborin lê şehîdên rêya Azadîya Kurdistanê her li bîra me ne. Berîya 33 sala roja 16’yê Hezîranê hevalê meyê tekoşer Hüseyin Eli Akagündüz, navarojê, li kolaneke Parîs / Fransa, ji tirafê sîxûr û ajanên PKK’yî ve bi bêbextî hate kuştin û di nav rêza karwanê şehîdên rêya Azadîya Kurdistanê de, cihê xwe girt.

Di wan salan de PKK li Ewrupa ketibu du welatperwerên Kurd, dest bi raw û nêçîrê kiribû. Ewan, li Ewrupa, di dema pîrozkirina şadumanîyê Newrozan de, li gelek cîyan, avêtibun ser gelek salonên ku têde Newroz dihat pîroz kirin. PKK hê, di wan salan de, dest bi dijayetîya tevgera Kurd û Kurdistanê kiribu.

Her wiha di sala 1987 roja 8’ê Nîsana sala 1987’an de, endamê rêveberîya KOMKAR’ê, Mehmet Elbistan li Almanya / Stuttgard hate gulebarankirin, birîndar bu. Di heman sal meha Gûlanê de, Ramazan Adıgüzel li Hannover/Almanyayê hate qetilkirin. Têrê nekir, dîsa di wê salê di meha Hezîranê de jî, serokê KOMKAR / Fransa Hüseyin Eli Akagündüz hate kuştin.

Di van hemu bûyeran de jî, em baş dizanin destên reş û qirêj hebun û ew destên bêoxir yên provakatorên PKK’yî bun.

Serokê PKK Abdullah Öcalan, dema ku di sala 1999’an de hate radestkirin û wî anîne Turkîyê, di yekem car a ku derkete ber dadweran de got ku” ez lêborînê dixwazim ji hemu dayîkên leşkerên Turk ku em bune sedemê kuştina zarokên wan.” Tê zanîn ku, hetanî niha bi destê PKK û Apocîyan bi dehan hezar keç û xort û zana û welatperwerên Kurd hatine kuştin. Lê PKK û Apo tu carî behsa wan ne kirîye. Eger behsa wan kiribe ji gotiye: “Xainê dewletê bu, ajan bu, hevkarê dewletê bu, ixanetkar bu û êdî..”

Xweşhalin ku miletê Kurd êdî bi hemu dek û ger û fenên Apo û PKK hisîyaye. Lewraye ku rû nade wan, xwe ji wan dûr dire. Dema ku ew derketin meydanê ji Kurda re gotin ”êmê we rizgarbikin, emê dewletek yekgirtî a Kurdistanê damezrînin.” Li ser vê yekê miletê Kurd piştgirîya wan kir heta van salên dawî. Lê niha milletê Kurd zanî ku PKK wê wan nema rizgar bike. Lewra niha millet difikire ka gelo ewê çawan ji destê PKK’ê rizgar bibin.

Hüseyin Eli, yek ji kadoyên here bijarêyê tevgera Azadîya Kurdistanê bu. Ew destê ku wî kuştin, kirêgirtîyê dewlata Turk bu. Hüseyin hate kuştin û tevli karwanê şehîdên Kurdistanê bu. 33 sale miletê Kürd, dost û hevrêyên wî, lê jibîr ne kirin û sed sal jî bibore wê were bibîranîn û jibîr Nabe. Lê, gelo îro kî wî kûjer û qatilê Apocî wek camêr yan wek mirovek biesil tine bîra xwe? Tu kes. Bi milyonan vê zihnîyeta xirapkar riswa dikin tifubaran dikin. Navê şehîdên Kurdistanê bi herfên zêrîn di dirokê de tê nivsandin.

Ruh şad be Hüseyîn Eli Akagündüz! Miletê Kurd minetdar û spasadarê te ye, ji bo dilovanî û dilsozîya te. 16.06.2020

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR

About Post Author