DIVÊ ÇÎNA KARKER YA TURKÎYA JI DÎLÎTÎYA ÎDEOLOJÎYA FERMÎ BÊ AZADKIIRIN
Îro roja navnetewî ya ked, tekoşîn û hevgirtina çîna karker 1ê Gulanê ye. Dîroka vê şahîya kedê diçe digîhîje wê çalakîya meşa karkerên avadanîyê, yê ku di 1856 an da ji bo rojê 8 saetan karkirinê dest pê kiribûn. Serpêhatîyên karkeran, ji sîh salî şûnda, vê carê jî xwe di yekê Gulana 1886 an da…