GÜNCEL

Şanda HAK-PARê li Cizîrê, li gel malbatê serdana gora Şaredarê berê yê Cizîrê Sebrî Vesek kir.

Şanda HAK-PARê li Cizîrê, li gel malbatê serdana gora Şaredarê berê yê Cizîrê Sebrî Vesek kir.

Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê ku ji Serokê Giştî Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara, Cîgirê Serokê Giştî Mihemed Şîrîn Tîmûr, Namzedê şaredariya Cizîrê Serhan Seyîdoxlu û rêvebirên Cizîrê yên HAK-PARê pêkdihat, li gel malabata Sebrî Vesek, çûn ser gora Serokê Berê yê Şaredariya Cizîrê Sebrî Vesek.
Li goristanê Duzgun Kaplan balê kişand ku têkoşerên wek Sebrî Vesek, doza Kurd û Kurdistanê di şertên gelek zehmet û dijwar de mezin kirine û gelê Kurd jî dê her tim li doza xwe xwedî derkeve û mezin bike.
Li ser navê malbatê kurê Sebrî Vesek, Hûşeng Vesek jî, ji bo serdana şanda HAK-PARê kêfxweşiya xwe ragihand û da zanîn ku deriyê wan HAK-PAR di serî ji bo hemû kesên xizmeta gel û welatê dikin re her tim vekiriye.
26.01.2024
Bûroya Çapemenî HAK-PAR

Post expires at 9:36pm on Pazar Ocak 26th, 2025

About Post Author