Êriş kiryarên dagirkeran bi dest çeteyên Heştê Şabî û hinek xêrnexwazên Tirkmen berdewam e. Em wek Partî ya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), wan êrîşan bi tûndî şermezar dikin. Dive zûtirîn wext hezên nav devletî, rexistinên dimokratiq û mirovhezên dinyayê çave xwe, gohê xwe ji ve hovîtîya re negrin.
Zûtirîn wext pewiste hezên Kurd bertekekê yek rez û wekhevî bên ser xet.
Helbet dagirkerên hov bidestên hezên paramîlîter, Kurden Kerkûk û hemû Kurdistanîyan wek dijmin qebûl dikin. Ev terorîstên hov bi çek û silah êrîşe xwepêşandanên dikin. Ev bertek û kiryarên ku li hember xwepeşandanan hatîyê kirin, ev li gor hemû hez û peymanên nav netewî sucêkî mezin e. Terorîstên Heştî Şabî, erişen xweyen yasa e nenas didomînin. Divê hezên parastina mafê mirovan, rexistina millete yekgurtû û her wiha civata nav netewî. Li hember van erîşên dirinde bedeng nemin e. Em wekî PArtîya MAf û Azadîyan (HAK-PAR), van kiryarên hovane ku erîşên Kurd û Kurdistanîyan kirîye, bitûndî şermazer dikin. Em dibejin deste xweyên qirej, Kurdistan û taybêt ji Kerkûk bikşînin.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bihêsten niştiman perwer, piştêwanê Gelê Kerkûk û hemû Kurdistanîyane.
Dûne çi qewmî bû
Parazgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku aligerin Heştî Şabî, li dijî vegera PDKê ye ya Kerkûkê reya Kerkûkê Hewlerê girtin. Kurdên niştiman perwer le dijî gırtinên reya bajer xwepêşandanêk lêdar xistin. Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) e, bi nigeranîyekî gelek mezin çavderîya rewşa parezgeha Kerkûk û Başûrê Kurdistan dikin.
Lı parezgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê alozi di navbera xwepêşandarên Kurd, Ereb û Tirkmenan da derket. Divê alozîya da terorîstên Heştî Şabî bi kanas û cu re silehan erîşên xwepeşandanan kir, di van erîşên da 5 Kurd canê xwe dest da, 17 jî birîndar bû.
Her wiha em bang lı hemûyan aliyên Kurd dikin. Ku berjewendîye Gel û aramîya Welat di ser hemî berjewendiya daynin.
Rê nedin û vêneyê Kurdistanê be xirabkirin.
Em wek Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bangî hikûmeta federal û hêzên ewlehiyê dıkın Ji bo kontrolkirina rewşa bajêr, parastina ewlehî û serweriya qanûnê ya ji bo bidestxistina aştiyeke adil cidî bixebitin.”
Ji bo aramîyekî rastekîn zûtirîn wext pewiste peşmerge vegere Kerkûkê.
Ev hefteyek e rêya Kerkûk-Hewlêrê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Kerkûkê hatiye girtin.
Piştî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Heşdî Şeibî di Cotmeha 2017an de Kerkûk kontrol kirin, PDKyê baregehên xwe yên li bajêr girt.
Sê baregehên PDKyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kontrolkirin ku di nav de baregeha Encûmena Serkirdayetiyê jî heye û li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê ye.
Herî dawî gotegotek belav bûye ku Serokwezîrê Iraqê ferman daye hêzên ewlehiyê ku baregehên PDKyê vala bikin û radest bikin daku PDK careke din dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.
KERKÛK DİLÊ KURDİSTAN Ê!
BE KERKÛK KURDİSTAN KURDİSTAN NİNE
BİJÎ KURD Û KURDİSTAN
Bûroya Çepemenî HAK-PAR