GÜNCEL

Bozyel: Divê hebun û nasnameya Kurd were qebulkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan di hevpeyvina xwe ya ku ji ali Masoud Manaf li ser navê Wishe.net* de hat çêkirin de got: Ji bo safikirina pirsa Kurd divê beri her tiştî hebun û nasnameya Kurd were qebulkirin û mafên wê yên rewa werên dayin. Belê ev pêvajoya nu serê xwe nikare pirsa Kurd safi bike. Lê dikare rê li pêşiya wê vebike.


1. Bi gişti derbare Pevajoya çareserîye çawa difikrin? Nerîna Hak-Par derbare vê qonaxê çîye?

– Belê, wek gellek caran me aniye ziman, em wek HAK-PAR pêvajoya çereserîyê di cîh de dibînin û piştgirîyê didin. Ji ber ku ev şerê sih salê dawi xeynê êş, kuştin û xesarê tu feydeyek nedaye Kurd û Tirkan. Eksê wê, di encama şer de qada xebata siyaseta demokratik û aştiyane teng bu, bandora artêşê roj bi roj zêdebu û dewleta Tirk ji bo reşkirina doza Kurd, li hundur û di qada navdeweletî de şer bikaranî. Bi kurtahi ji ber van sedeman em sekinandina şer baş dibînin. Lê di heman demê de em zanin ku bı sekinandina şer pirsa Kurd safî nabe. Ji ber ku pirsa Kurd pirsa azadiya neteweya 20 milyon Kurd e. Wek tê zanin ev sed sale ku mafê neteweya Kurd yên neteweyi û rewa hatiye gaspkirin û binpêkirin. Welatê Kurdan serî û bin bu, talan û wiran bu. Bi milyonan Kurd koçber bun û ketin nava rewşek xirab.

Ji bo safikirina pirsa Kurd divê beri her tiştî hebun û nasnameya Kurd were qebulkirin û mafên wê yên rewa werên dayin. Belê ev pêvajoya nu serê xwe nikare pirsa Kurd safi bike. Lê dikare rê li pêşiya wê vebike.

 

2. Gelo AKP çiqas semîmîye?
– Em, wek her aktoreki siyasi AKPê jî ne bi tenê niyet û samimiyeta wê, lê bi kiryar û emelên wê dinirxînin. AKP ne partiyeke demokrat û guhartixwaz e. Lê partiyeke pragmatik û rasteqini ye. AKP dizane ku pirsa Kurd bi şer û pevçunê safi nabe. Şer û pevçun roj bi roj rewşa Tirkîyê aloztir dike û ev jî ji bo hikumetê bixwe xeterek mezin e. Ger şer bidome wê bandora artêşê zêde bibe, nerazibuna cıvata Tirk bilind bibe. Ji ber van sedeman AKP jî dixwaze şer bisekine û heta astek aramî çêbibe. Lê em dizanin ku bi van gavan pirsa Kurd safi nabe. Mixabin AKP di pirsa Kurd de xwediyê asoyek berfireh nine. Ji bo vê jî divê Kurd heviya xwe bi niyeta AKP’ê ve girênedin, bi xebata xwe hin tiştan li ser hikumetê ferzbikin. Bi awayeki din çareseriyê li ser AKP’ê ferzbikin.
3. Hûn le nivîsa dawîye xwe da dibêjin ku ew Allozi ku le Gezi çêbu tasîra wi li ser pêvaoya çareseri ji hebu? Çawa?
Aloziya Taksim Gezi Parkê bi çend aliyan ve tesirek negatif-ne erêni li ser pêvajoya çareseriyê kir. A yekem ew bu ku piştê ku alozi li Geziyê derket bala xelkê çu li ser vê mijarê, herweha hikumetê jî giraniya xwe da ser vê pirsê. Di rewşek weha de bibe nebe pêvajoya çareseriyê li paş ma, rojeva Tirkiyê guhuri.

Ya diduya hikumetê bi helwesta xwe ya hişk û tund bu sedemê nerazibunek mezın di nav cıvata Tirkiyê de. Ew xelkê ku piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikir, piştê helwesta wê ya derbarê Geziyê hêviya xwe ji hikumetê kêmbu.
Herweha, bêtehemuli û tunditiya hikumetê di heman demê de sinor-tixubên demokratiya AKPê jî derxist holê. Fikra gel ew e ku pirsa kurd bi nêrinek demokratik û xweşbini dikare were safîkirin. Halbuki hikumetê bi ruyê xwe yê Geziyê destnişan kir ku ew nikare pirsên Tirkiyê bi rê û olaxên demokratik safi bike.

3. Meha Hezîranê Hak-Par beşdarî ya konfransa Yekîtî û Çareserî ya Diyarbekir nekir, çima?

-Wek tê zanîn, Konferansa li Diyarbekir li ser daxwaza Öcalan hat lidarxistin, ne li ser hewecedariyek din. Lê car jî ger li ser amadekari, beşdari û armanca konferansê me bi BDP û KCD’yê re lihevbikira em dikaribun beşdar bibin. Lê BDP û KCDyê guhdariya pêşniyarên me nekirin û xwestin her tişt wek xwe bikin. Ji bo vê jî em beşdar nebun.

 

4. Tekelêyen Hak-Par bi BDP û KCK re niha çewaye?
-Niha têkiliyên me ne zêde ne. Em wek HAK-PAR him ji bo çareseriya pırsa Kurd, him jî ji bo demokratizebuna Tirkiyê amade ne ku bi her aliyên siyasi re hevkariyê bikin. Hêza xwe bikin yek û xebateke hevbeş bimeşînin. Lê ev jî bi yek ali nabe.

5. Têkelî bi partîyen parçeyên din ê Kurdistan çewa ye?

-Têkiliyên me bi partiyên tevî parçeyên din yê Kurdistanê re gelek baş in. Wek nimune salê carek yan du car hem serlêdana Kurdistana Federe dikin û him bi hikumet him jî bi tevî partiyên Kurdistanê re hevditinan çêdikin. Her weha ew ji gelek caran serlêdana me dikin û beşdarê Kongreyên me dibin. Ev tişt ji bo parçeyên din jî usa ye. Nava me û partiyên Kurdistana İran û Suriyê jî gelek baş in. Em wek parti her tim rewşa parçayên Kurdistanê dişopînin û çi ji dest met ê em alikari dikin.

Daxwaza me ev e ku pêwendiyên din ava partiyên Kurd divê li ser esasê wekheviyê, biratiyê û liser berjewendiyên neteweya Kurd werên domandin. Di vê çarçovê de em ti ferqi yan jî cudahiyê naxin nava partiyên Kurd û dixwazin bi tevî partiyên Kurd re pêywendiyên xwe xurttir bikin.

6. Amadekarî ji bo Konfransa Netewî li Hewlêr tê kirin. Gelo agahdarî yên zelal derbara zeman û bernameya karê wê konfranse heye?

-Qasi du sal berê mijara Konferansa Neteweyi di rojevê de bu. Li ser vê hevdîtinên bi Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesut Barzani û bi aliyên din re çêbun. Li ji ber hin sedeman ew dem pirsa Konferansa Neteweyi ji rojevê derket. Lê niha raste rast haya me ji xebata Konferansê tune ye. Niha jî ger konferansek usa çêbibe baş dibe û ger tiştek bikeve li ser milê me em jî amade ne.

7. Sallêkî din helbijartn çe dibê, gelo Hak-Par mûmkîne ittifaqêk bi BDP-KCK yan partîye din re çe bike? An ji bi tenê u serbxwe beşdar dibê?
-Em niha amadekariyê dikin ku bi serê xwe bikevin hilbijartina sala were. Em wek prensip ji tefaqa hılbijartinan re ne girtî ne. Ger pêşniyarek were licneyên partiya me wê bikaribin li ser mijul bibin. Hin dem heye û di vê nabeynê de gelek tişt dikarên biguhurin. Rewş wê di rojên pêş de çi bînin ne diyar e.

8.Gelo bi sebeba seçîm baraji, çi şansa Hak-Par ji bo serkeftin heye an na?
-Wek hun jî dizanin benda-baraja hilbıjartinan ji bo hilbıjartinên giştî ye, ne ji bo hilbıjartinên heremi ye. Hilbıjartinên sala were hıilbijartina heremi ye, bi gotinek din hilbijartina şarederiyan e. Û di vê hilbıjartinê de bend-baraj tune ye. Ji bo vê yekê jî HAK-PAR dikare hin di bajar yan jî bajarokan de serkeftî bibe. Ev şans an jî firsend ji bo HAK-PARê jî heye.

9. Eger ku mijarêk taybet heye kû min ji bir kirêye, kerem ken bejin kak Bayram
û gellek sipas bo wê derfetê.
-Ez jî gelek spas dikim û ji bo kar û barên we serkeftin dixwazim.

Ev heypeyvin li http://wishe.net/pdf/wishe9.pdf ku li Kurdistanê ye haiyet weşandin..

About Post Author