GÜNCEL

Ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê Kurd bêne naskirin

Yado Ciwan/
Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku bi hejmara xwe ya 41ê derket pêş xwendevanan bi boneya ’’Pêvaoja Çareserîyê’’ cîh dide rêzehevpeyvînan. Piştî hevpeyvîna bi Hevserokê BDPyê Selahattin Demirtaş re, me xwest em cîh bidin nêrîn û dîtinên Serokê Partîya Maf û Azadîyan Kemal Burkay. Burkay, hem kêfxweşî û hem jî metirsîyên xwe yên der barê ‘pêvajoyê de bi me re parve kir.


Burkay, banga Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin çawa pêşwazî dike? Ji pêvajoyê çiqas hêvîdar e? Endîşeyên wî çi ne? Li gor Burkay, helwesta Abdullah Öcalan ya li hember AKPyê çima guherî? Vekişîna PKKyê ya derveyî sînor çawa dinirxîne? Ji bo bersiva van û hin pirsên din ku tên meraqkirin me pirsî birêz Burkay bersivand.

 

Sekinandina şer û çekberdana PKKê, bi taybetî ji bo Kurdan tiştekî baş e.
* Yê ku dev ji sîlehan berdidin, bila bikaribin bi serbestî vegerin mala xwe.
* Lê çekberdan bi serê xwe têrê neke; ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê kurd bêne naskirin.
* Çareserî li ser esasê wekhevî dibe, ew jî bi raya me federalî ye.
* HAK-PAR partiyeke legal, demokrat û pirrengî ye, ji hemû Kurdên welatparêz ra vekirî ye.
Em dixwazin Suriye bibe welatekî federal û demokrat û Kurd jî herêma xwe bi destê xwe îdare bikin.

 

-Di van demên dawîyê de tekilî û hevdîtinên dewleta tirk û Öcalan cardin destpêkirin. Öcalan, di vê çarçoveyê de bername û nexşerêyek nû da eşkerekirin. Wek cenabê we jî ji nêzîk ve dişopîne, ev yek di çapemenîyê de jî tê gengeşîkirin. Hûn vê prosesê çawa dibînin? Hêvî û bendewarîyen dewlet û PKKyê ji vê pêvajoyê çi ne?

 

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dibêje bi vê pêvajoya teze hêvî û nîyeta wan ew e ku PKKê çek berde û ev şer bighê dawî. Ango ji bo bedêla çekberdanê hukumetê ji Ocalan û PKKê ra tiştek vaad nekiriye. Ger kiribe jî ne xuyayî ye. Bi çekberdanê hêviyên PKK çi ye, divê meriv li nameya Ocalan û gotinên berpirsiyarên PKKê binêre. Di nameya Ocalan da agahiyek tune ku wî û dewletê li ser çi li hev kirine. Tiştê ku berpirsiyarên PKK yên siyasî û eskerî dixwazin jî ev e ku, di dema vekişînê da ji welat ber bi dervayî sînor, da ku xisarek çê nebe, divê Parlamena Tirk tevdîrên yasayî bistîne.

 

-Kîjan faktorên hundirîn û derveyî bûn sedem ku Öcalan û dewleta tirk cardin dest bi hevdîtinan bikin? 

 

Wekî hûn jî zanin, Pêvajoya Osloyê bi bi berpirsîyarên PPKê ra bi destê MIT’a Tirk veşartî dihate meşandin. Lê ew hevdîtin û naveroka wê eşkere bû. Hingê hêz û kesên mixalîf gelek êrişî hukumetê kirin, ango bo vê hevditînê ew gunekar kirin. Hukumet jî aciz bû û ew pêvajoya Oslo giha dawî. Lê hukumeta Erdogan vêcar bi riya Ocalan hevdîtinên veşartî dubare kir. 
Hukumetê, di dema grevên birçîbûnê yên KCKyiyan da cêriband û dît ku tesîra Ocalan li ser rêxistinê hîn gelek xurt e. Helbet berê jî hayê xwe ji vê yekê hebû. Lê heya du-sê salên dawî tesîra leşker (bi taybetî yê Ergenekonciyan) li ser Ocalan gelek xurt bû. Hukumetê bi riya doz û dewayên Balyoz û Ergenekonê, tesîra leşkeran şikand û karî bighê Ocalan, jê ra bide bistîne. Ocalan jî ku berê digot hertişt di destê leşker da ya û tu qimeta hukumeta siwîl tune, dît ku leşker ji hêz ket, êdi nikare dest dayne ser hukim û gor kêfa xwe bike, hingê helwesta xwe guherand û bi riya MITê hukumetê ra da û stend.

 

Hûn di vê pêvajoya nû de ji bo kurdan kîjan xetereyan dibînin? Di derbarê alîyên erênî û neyînî yên vê prosesê de hûn dikarin ramanên xwe bi me re parve bikin?

 

Xuya ye Hukumetê û Ocalan li hev kirine ji bo sekinandina şer û çekberdana PKKê. Ez ji vê yekê kêfxweş im. Ji ber ku bi salan e ez di wê bîr û baweriyê da bûm ku ji şerê PKK tiştekî baş dernakeve. Rêberiya PKK ta ji destpêkê gelek tiştê şaş kirin, êrişî hêzên welatparêz û şoreşger yên Bakur kir, gelek caran şerê kurdên Başur kir. Her usa jî, ji ber ku rêxistineke ne demokrat bû, dı nav rêxistinê da jî gelek heval û hogirên xwe êşand û kuşt. Li dawî jî Kurdistan ser û bin bû, gelê Kurd bedêlek mezin da û tiştek bi dest neket. Serda jî îro şer bûye asteng li ber çareseriyê, li ber siyaseta Kurd bi xwe. Bona vê yekê sekinandina şer û çekberdana PKKê, bi taybetî ji bo Kurdan tiştekî baş e. Bi vê yekê siyaseta Kurd ji zext û zora silehên PKKê dê xılas be, normalize be; heya BDP bi xwe jî bikaribe bi rehetî siyasetê bike, çav û guhê xwe her dem nede ser Îmralî û Qendîlê, gor kêfa wan siyaseta xwe û helwesta xwe neguhure…

Lê mirov nikare bêje ku tenê bi vê yekê, ango bi nemana şer, pirsa Kurd çareser dibe û aşıtî ava dibe. Nuha hukumet û beşekî xurt ji medyaya Tirkan bayekî usa dimeşînin, weki PKK dev ji sîlehan berde û vekişe wî alî sinor, hertişt dibe gulistan. Usa xuya ye ku, PKK û hevalbendên xwe jî vê pêvajoyê di alî xwe da wek serketineke mezin nîşandin, bêjin “me şer kir va ye aşıtiyê jî dikin…”
Belê dev ji silehan berdan gavekî mihîm e di riya çareseriyê da, lê têrê nake. Pirs ne tenê PKK û sîlehên wê ne. Berî PKK pirsa Kurd hebû û eger sileh bêdeng bin û PKK ji holê rabe jî pirsa Kurd dîsa wê hebe. Ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê kurd bêne naskirin. Çareserî li ser esasê wekhevî dibe. Bi raya partiya me (HAK-PAR) ev yek federalî ye. Ango Kurd divê li herêma xwe Kurdistanê karên welatê xwe bi destê xwe rêva bibin; ango parlamen û hukumeta wan ê herêmî hebe; divê zimanê Kurdî bibe zimanê duwemîn a fermî li Tirkiyê. Divê destûra bingehîn a teze (Makezagon) rê û cî bide vê guhartinê. 
Piştî yan jî tevî sekinandina şer û dev ji sîlehan berdanê, divê ev gavên bingehîn bêne avêtin. Çareserî ev e û aşitiya rastî jî ev e. 

 

-Piştî eşkerebûna van hevdîtinan hêzên wek PKK an BDPyê bi we re têkilî danîn û di derbarê naverokê de hûn înforme kirin gelo?

 

Hevserokên DTK (Kongreya Civakî a Demokratîk) Ahmet Turk û Aysel Tugluk li Diyarbekrê hatin dîtina HAK-PAR’e û bi heyeteke me ra rûniştin, di derheqa vê pêvajoyê da agahî dan.

 

-Di vê çarçoveyê de bername yan jî projeyên we çi ne? Hûn dê wek HAK-PAR helwêsteka çawa bigirin?

 

Siyaseta partiya me zelal e. Em dixwazin şer bisekine û PKK bi temamî dev ji sîlehan berde. Her usa jî, çawa min li jorê got, tevî sekinandina şer û piştî wê gavên ji bo çareserîya pirsa Kurd bêne avêtin.
Lê li ser metodê devberdena PKKê ji çek û sîlehan raya me cûda ye. Hukumetê berê digot bila hêzên çekdar ên PKK vekişin wî alî sînor. Vê dawiyê jî dibêje bila çekên xwe berdin û herin… PKK jî dixwaze vekişe, lê ji bo vê yekê hin tevdîrên yasayî dixwaze. Em dibêjin ev yek şaş e. Yên ku sîlehan berdidin çima vekişin wî alî sînor? Gelo “wi alî sînor” erdê bêxwedî ye? Him jî, madem ku hevhatinek heye, şer disekine, çima ew kes bi serbestî venagerin mala xwe?
Berpirsên Hukumetê berê digotin “bila dev ji sîlehan berdin, ji çîyê dakevin, werin bi serbestî siyasetê bikin.” Nuha çima gor wê nekin? Bi raya me ya rastî ev e. Divê yên dervayi welat jî bi serbestî bikaribin werin. Ango dema riya şer tê girtin divê riya siyasetê vebe. Tevdîrên yasayî jî divê ji bona vê yekê bêne girtin.

 

-Dema em îro li Bakurê Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku ji bilî girseyên gel yên ku di bin tesîra PKKyê de potansîyelek din a gel heye. Em dibînin ku vê valahîyê AKP, tevgera Gülen û hêzên îslamî ji alîyê sîyasî û civakî ve dadigirin. Çima di serî de HAK PAR û hêzên din yen kurdî tesîr li ser van girseyan nakin? Tu plan û bernameyên we ji bo dagirtina vê valahîyê hene? 

 

Belê rast e, hemû Kurd ji siyaseta PKKê ne razîne û ne bi PKKê ra ne. Piraniya Kurdan pişt û deng didine partî û cimaetên dinê. Lê sebebên vê hene. Ev şerê 30 salî Kurd kirin du beş. Hinek li dora PKKê kom bûn, hinek li himberî wê, li cem dewletê û hukumetê. Li dervayî van herdu aliyan jî potansiyeleke Kurd a welatparêz heye û ne piçûk e. Lê mixabin ev potansiyel ne yek e, bela wela ye. 12 Îlonê û 30 salê ku bi şer derbaz bû tevgera Kurd a welatparêz gelek êşand, gelek xisar dayê. Ji bo yekitîya hêzên welatparêz li ser siyaseteke rast me gelek kar û xebat kir. Ev HAK-PAR bi xwe jî berhemê vê kar û xebatê ye ku 11 sal berê ava bû. HAK-PAR Partiyeke legal û demokrat e û azadiya gelê Kurd û cevakeke demokrat xwe ra kiriye armanc. Hemû Kurdên welatparêz, çi liberal, çi sosyal demokrat, çi sosyalîst, heya îslamî dikarin tê da kar bikin. Ango partiyeke pirrengî ye. Lê ji bo vê yekê him divê ew kesên ku doza azadî û demokratiyê dikin, yekitî dixwazin, tenê bi gotinê nemînin, mil bidinê, bên nav refên HAK-PARê kar bikin; him jî zeman lazim e. Ez bawer im ev dem hatiye, xelkê welat roj bi roj HAK-PARê nas dike, jê ra nêzikahî nîşan dide û siyaseta Kurd ber bi normalîzebûnê diçe. 

 

– Li Rojhilatê Navîn serûbinbûnek heye. Rewşa Herêma Kurdistanê ya de facto tê zanîn. Têkilî û danûstandinên we yên bi Herêma Kurdistanê re di çi astê de ne? Li ser siberoja Kurdistana Sûrîyeyê hêvîyên we bi çi rengî ne? Li parçeyê Kurdistana Rojhilat/Îranê bêdengîyek balê dikşîne. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

 

Pêvendiyên me bi Herêma Kurdistana Başûr ra baş in. Par payizî tevî hevalan me seredana herêmê kir, Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarên dinê dît. (Hingê Mam Celal li Ewrûpa bû.) Niyeta me heye îsal jî seredana herêmê bikin.
Li sûriyê şerekî germ heye ku welat ser û bin kir û bû sedema mirina sedhezaran û koçberiya mîlyonan. Lê çiqas dirêj bike jî ev şer bibê nebê bighê dawî û dîktatoriya heyi hilweşe. Lê piştî wê dil dixwaze, diktatoriyeke teze ava nebe, Suriye bibe welatekî federal û demokrat. Kurd jî li herêma xwe karê xwe bi destê xwe rêva bibin.
Kurd, çiqas ji dest wan hat li dervayi vî şerî man, lê dîsa ew jî zirarek mezin dibînin. Di nav partiyên Kurd yên Rojava da cepheyek heye lê pêvendiyên wan gor dil û daxwaz nameşe, usa xuya ye ku PYD guh nade peymana navbera wan û ENKS û dixwaze hukma xwe li vî parçeyî dayne. Helwesteke han ji bo arami û dahatûya herêmê xeter e. Divê di nav partiyên Kurd da him yekitî him jî pêvendiyên demokratîk hebin. Da ku ew bikaribin azadî û demokratî bînin herêma xwe.
Rojhilata Kurdistanê di salên borî da ji bo azadî kar û xebateke baş kir û bedêlek mezin da, lê îro bêdeng e. Bi raya min ev “Bihara Ereban” piştî Sûriyê tesîra xwe li Îranê jî bike û dor were vî welatî. Telaşa Îranê ji bo Sûriyê ji vê ye. Bibê nebê xelkên Îranê jî ji bo azadî û demakratî dijî rejîma dîktator û kevneperest bi xurtî rabin û hêvîdar im Kurd li vî welatî jî bighên azadiya xwe.

 

-We demekê biryar dabû ku hûn ji sîyaseta aktîv dûr bikevin û cihê xwe ji nifşa nû re bihêlin, lê hûn vegerîyan Tirkîyeyê û bûn serokê HAKPARê. Sedemên vê yekê çi bûn gelo?

 

Ez deh sal berê ji serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê vekişîm, lê ne ji siyasetê. Wekî tê zanîn, piştî wê jî aktîf bûm, min li ser babetên siyasî her nivîsand, li der welat tevî gelek civînan bûm û konferans dan. Lê bi rastî niyeta min tune bû ku cardin bibim serokê yan jî rêvebirê rexistinekê. Lê min li der welat jî piştgiriya HAK-PARê dikir û digot, ger vegerim welat, ezê bibim endamekî sade yê HAK-PARê û alîkariya hevalan bikim.
Piştî vegera welat rewş guharî. Min dît gelek heval û raya giştî, ji bo çareserîya pirsa Kurd û ji bo aşitiyê ji min kar û xebateke aktîftir hêvî dikin. Hingê min jî pêşniyara xwe da ku rola xwe bilizîm, çiqas ji dest min hat di refê pêşîn da siyasetê bikim. Xuya ye berpirsiyariya karên gel û welat pêsîra me bernade û em siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, heya ku gel ne azad e û hewcedarî me ye, divê ji vî karî nerevin.
-Hûn salên dirêj serokê partîyek ku ji hêla sîyasî ve qedexe bû bûn. Niha jî hûn serokê partîyek legal in. Gelo kî ji wan zehmettir e, hûn dikarin ji kerema xwe miqayese bikin?
Ger meriv bi dil û can kar bike, herdu jî bi zehmet in, tê da pir westan û serêşî hene. Min, salan berê di çarîneke xwe da usa gotibû:

 

Rêberî ne hêsan e, ey mervê delal, bi êş û jan e
Karkir û hoste, hunermend e ew, bi dil û can e
Li ber qirş û qal, li dest gêzîyek, bimal ha bimal!
Tim li pê, tim li rê divê, li pişt barekî giran e

 

Lê her usa jî, gava meriv karekî baş bike dil rehet e û gava berhemên wê bistîne gelek kêfxweş dibe.

 

Kemal Burkay
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR


About Post Author