BÛYERA HELEBÇE MİROVANTÎYÊ TEVİZAND.
Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe berîya 28 salan, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bû.Balafırên rejima faşist a Baasê,bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê reşandin.Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bun u pênc hezar mal u avahî hatin hilweşandin u kawil kirin.Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dirokê. Hê jî, li Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye.Tevkûjîya Helepçe,di dîroka mirovatîyê de,wek xalek reş cîyê xwe girt.
Saddam Huseyn, hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî u xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şereke tund u dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir.Rejima faşist a Baasê,bi navê ENFALê,seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bu.Rejima nîjatperesta Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin.Heşt hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexşeyan hatin rakirin,pênç hezar mal hatin xera kirin. Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de, bibu goristaneke mezin.
Komkûjîya Helepçe,li ser derûnîya mirovên navçe tesîrek gelek mezin peyda kir. Ev haletê xîrabûyî, hê jî,dewam dike.Lewra ye ku Helepçe jibîr naçe.
Sala 1988’an, wexta komkûjîya Halepçe, demek bu kû mirovayetî tevizî bu, dilovanî,bêdeng mabu.
Komkûjîya Helepçe ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.
Rejima nîjatperest u dirinde di gel komkûjî u xwînrêjîyê, di dema Enfalê de, bi dehan keçên sêwî u bêkesmahîyên Kurd bi belge u ewraqên fermî wek “carîye “ firotibu dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev yek tenê bi serê xwe jî, rûreşîyek bêhempa ye.
Li Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de, ala mirovatîyê, li bin pê bu. u wujdan bêdeng mabu.
Mirovatî,bi kuştîyên Helepçe re hatibu kuştin.Ev bûyera ku xwîn li bedena mirovan tevizandibu, ne qbile ku were jibîr kirin. Derdê Helebçê wek derdek bêderman derbasî diroka mirovatîyê bu.
Em wekî Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR,di serde komkêjîya ENFAL u HALEPÇE u her wiha hemu tevkûjîyên dirinde, bi tûndî şermezar dikin.
Enfal u Halepçe rûpelek reşîn di dîrokê de u tû carî nayên jibîr kirin.
Rêz u ihtîram ji bo şehîdên Enfal u Helepçê ye.16.03.2016
Latif EPÖZDEMİR
Cîgirê Serokê Giştîyê
Partîya Maf u Azadîyan-HAKPAR