Hevwelatîyên hêja,
Meha remezanê bi dawî hat.niha em cejnê dijîn,pîroz dikin.Çawa k udi meha remezanê de hestên me yên piştevanî u empatîyê digêjin astek bilind,her wiha di eyd u cejnan de jî, divê bawerîya me a bi azadî,biratî,aştî u hezkirînê xurttir bibe.
Heyf u mixabin ku îro, li Asya, Efrîqa u Rojhilata Navîn di wargeh u erdnîgarîya mislimanan de,pevçûnên dînî, mezhebi u etnîki bi dijwarî berdewam in.Tundîya di nevbera mislimanan de jî, di dome.Hêzên emperyalist u kolonyalist,welatên İslamî bihevre didin şer,bi sedemên bêbinyat u pûç u vala gelên müsliman bi desthev didin kuştin.
Pevçûn u terör u şerên xwindarên ku îro li Suriye, Mısır, Yemen, Irak, Afganistan, İran, Turkistana rojhilat, Tîmûr,Sudan, Somali, Çad, Cîbutî bi tundî dewam dike u xwinê dirjîne, azadî u jîyana wan gelan jî, dixe bin xeterek mezin.
Rêxistinên dijwar u terörist,yên wekî DAİŞ;ELQAİDE,TALİBAN u hêz u rêxistinên pêrû u duvikên wan, yên li ser reda welatên islam,li ser navê “İslamê” qetliam u tevkuştinên nedîtî pêk tînin.Ew hêzên xwinrêj ne tene li dijî kêmanî u hurgelên ciyawazên ne islam, her wiha li himberê mezhebên ciyawazên islamê jî xwinrêjîyê dikin, bi kuştin u qelandinek mezin çalakiyên xwe didomînin. Ya balkêş ewe ku ew xwe wek hêzên “islamperwer” dihesibînin u qaşo li ser navê islamê tevdigerin.
Tû hereket u tevgerek ku qesta jîyana mirovan bike, ew ne heqxwaz u rewaye.Tu tevgerek teroristî ne pîroze.Ne qabile ku mirov tevgerên teroristan qebul bike u hekdar bîbîne. Lewra tu armancek pîroz nîne ku di rêya encamdanê de xwîn were rêtin.Tu amancek yan bawerîyek, xwîn rijandin u kuştinê napejirîne,heqrewa nabîne.
Dewletên nîjatperestên wekî îran u Surîye ku xwe wek” İslam” qebul dikin,her roj bi dehan Kurdên “misliman” qetil dikin yan bidarve dikin.Kurdên bindestê van dewletan hê jî dibin nîrê zordestiyê de ne.Çeteyên DAİŞÊ,li Iraqê hêrişê Kurdên Êzdî u Turkmenan dikin, zilm u tedahîyê li wan dibarînîn.Her wiha heman hêz li Surîyê jî,li Kobanî, Efrîn,Hseke u Helebê li himber Kurdan, çalakîyên xwe yên dirinde u mirovkuj didomînin.Gelo mirov çawa dikare ji vê hêza xwinrêj re bibêje “islam”.?
Hevwelatîyên hêja,
Divê baş were zanîn ku terör u dijwarî bi deste kî were encamdan u her wiha kî bibe amanca tevgerên xwinrêji dijwar u terörist bile be;Partiya me,Partîya Maf u Azadîyan / HAKPAR, hergiz van rê u şêwazan ne pejirandîye u tu carî jî rewa nabîne.Me hetanî îro bi qederê hêz u karina xwe nerazîbuna xwe li himber tevgerên terörist dîyar kirîye u em terörist u xwînrêjan bi tundî şermezar u riswa dikin.
Geli misilmanan,
Wan hêzên ku bi teröre mezin dibin u terörê di afirînin,wan hêzên ku xwe bi pêvçun u teklihevi u şeran li serpe digrin,wan hêzên ku li ser navê maf u berjewendîyanmirovkujîyê dikin;baş nas bikin u piştevanîya wan nekin.İro tenê rêya çareserkirina pirs u kêşe u pirsgirekên di nav derdorên ciyawaz de,aştî, guftugo u diyalog e.Dinê İslamê jî, vê yeke salix dide.
Bi vê sedemê, ez cejna gelême u cejna hemu mislimanên bindest u cefakeş, pîroz dikim u hêvîdarim ku ev cejin bibe gava pêşîn a damezrandina jîyanek dadwer, wekhev, aşt u azad li welatên bindest u mezlûmên misliman. 18.07.2015
Fehmi DEMİİR
Serokê Giştîyê
Partîya Maf u Azadîyan/ HAK-PAR