Daxuyanîya Partîya Maf u Azadîyan a encûmenên Serokatîyê
Encumen a Serokatîya Partya me Roja 30.11.2014 an , li Amedê civinek çêkir u lı ser buyer u rûdavên sîyasîyên dawî vê daxuyanîyê pêşkêşe bîr u raya giştî kir.
Pirsa Kurdî hêjî pirsa sereke a Turkîyê ye ku lazime bi lezgînî were çareser kirin.
Bi taybetî di van salên dawî de, buyerên Rojhilata Navîn ku her yek vegerîyaye rûdavên xwînawî didin nişan ku, bi veşartin u binpê kirin u dûrkirin; pirsgirekan ji holê ranake;berevacî ev yek dibe sedem ku pirsgirek mezintir bibin,dijwartir bibin.
Li Turkîyê nêzîkê 200 salane ku pirsa Kurd u Kurdistanê roj bi roj mezintir buye u hê jî negeyîştîye çareserîyek nûjen u dadwer. Xuyaye hetanî îro, ji bona çareserkirina vê meselê, piranî şêwazên dijwarîyê ku wek kevneşopîyek sîyasî a dewletê bun,hatin bikaranîn, bi vê rêyê çareserî çênebu.Lewraye ku divê Dewlet u hikûmet,jibo çareserîyek aştîyane peşî ji hemu hemu rexên( terefên) Kurd veke u gavên cesur (wêrek) bavêje.
Pirsa Kurd U Kurdistanê ne tenê pirsa PKK’yê. Hewildanên di vî warî de bi zanîyarî tên kirin;lê bi vê yeke çareserîyek rasteqîn dernakeve. Em pêwendîyên di navbera PKK u MİT’e de, bixêr dibinin u jibo rawestandin u labirdina çekan,emê jî piştgirîya vê guftugoyê bikin.Bi raya me,çareserkirina pirsa Kurd,bi nasandina hemu heq u mafên netewî a miletê Kurd mimkune.Ev yek di federasyonek ku herdu gelan wekhev bibine de dikare pêk were.
Her wiha,kêfxweşîyeke ku ev qonax bi buyerên meha borî zede negirt u pêvajoya çareserîyê dawî lê nehat.
Lê, mixabin ku ezyetê gelê meyê ku îro di navbera dewlet u PKK’e de mayedi mihaserê de, roj bi roj zêdetir dibe. Esnaf nikarin deynê xwe bidin,gelek karmend ji sezayan bêzarin u karê xwe pêşda nabin u ji herêmê koçebar dibin.Dîmena ku dijwarî u şedadîyê dide xuyan, nişana xeterên mezine.
HAKPAR careke din radigêne ku siyasetên ji dijwarîyê hêz digrin,tu sûdek nadin tu kesî u tenê êşa mezintir dikin.Hikumet eger xwedîyê siyasetek “çareserî” be divê rojek zutir birêve bibe, her wiha lazime PKK jî, dev ji çekan berde.
Di van rojên dawî de, peyam u jêderkên sefera ku serokwezir Ahmed Davutoğlu ber bi Iraq u Başûrê Kurdistanê ve kir,wek hewildanên baş xuya dikin.
Xuyaye ku li himber bandura Îranê a li ser navçe, pişti çuyîna Malikî, pêwendîyên Iraq u Turkîyê bi hatina Haydar El Abadi ve kete rêya başîyê.
Sedem ku dewleta Turk dev ji “xetên sor” ên xwe yê berê berdide u hevdîtinên xweşbîn bi herêma Kurdistanê u hikumeta Kurdistanê re datine,ev yek rêya cîrantîyek baş jî vedike lewra em ji vê yekê memnunin.Ev qonax jib o herdu alîyan jî gelek giringe.20 Kurdên ku îro li Turkîyê dijîn,ji van pêwendiyan qaîlin.Me dive ku Hikumeta Turk bi hemu Kurdên cîhanê re pêwendîyên şareza u dostane dayne u dev ji siyaseta xwe a berê berde.
Her wiha disa em,usluba birêz Davutoğlu baş dipejirînin ku meselek wekî meseleyan Elewîyan ku yek ji pirsên sereke yên Turkîyê ye, xiste rojeva xwe u di derheqê tevkujîya Dersîmê de got: “li we zilim hatiye kirin, pir şerme.” Em hêvî dikin ku serokwezir jibo ku ji vê şermê rizgar bibin gavên baş bavêje.Divê rojek zutir daxwazîyên Dêrsîmîyan u yê Elewîyan bêne bersîvdan.
Divê neye jibîr kirin ku, HAKPAR ji hedefa xwe ya çareserkirina pirsa Kurd a bi şêweyek wekhev, dadwer , demokratik u şareza venagere u her wekî ku di felsefeya xwe a damezrandinê de eşkere kirîye,tu wextî ji nirx u hejanên Kurdistanî cüda nabe. . 01.12.2014