GÜNCEL

Partiya Maf û Azadiyan ya şaxa Amedê komkujiya Roboskiyê şermezar kir.

28.12.2012 (îroj) li ber mizgefta mezin ya amedê ji bo salvegera komkujiya roboskiyê ji aliyê Partiya Maf û Azadiyan ya şaxa amedê daxuyaniyek hat xwendin, piştre jî, belavok ji aliyê birêvbir û endaman ve hat belavkirin.

 

Berpirsê gruba înîsiyatîfa Dîcle û Firatê Muhîddîn Batmanî, Rêvebirê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcan, Cîgirên serokê partiya maf û azadiyan Bayram Bozyel, Arîf Sevînç, Reşît Delî, Hesen Dagtekîn, Necatî Bayram, endamên meclîsa partiyê Remezan Moray, Sebahaddîn Korkmaz, Mistafa Kalhan, Sevgî Çelîk Moray revebirên şaxa amedê û gelek endam û aligirên partiyê beşdarbûn.

 

Di daxuyaniyê de, wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin, pankartên ku bi sloganên “ji bo zarokan gule, ji bo kujeran xelat” , “me kaeseta roboskiyê jibîr nekir, em ê nedin jibîkirin”, “Zarok terorîst, qisas qehreman!!!” “duh 33 gule, îro 34 guneh” nivîsîbûn hatin vekirin.

28.12.2012 seat 12.30an de piştê nimêja înî li ber mizgefta mezin ya Amedê daxuyanî hat xwendin. Daxuyaniya tirkî ji aliyê endama meclîsa partiya maf û azadiyan Sevgî Çelîk Moray ve hat xwendin. Daxuyaniya Kurmancî jî, ji aliyê serokê şaxa amedê Vasif Qehreman ve hat xwendin. Piştê daxuyanî yê belavok ji aliyê ednam û aligirên partiyê ve hatin belavkrin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Vasif Qehreman ve hat xwendin ev e:

 

Jİ RAYA GİŞTÎ RE

Îro sal vegera komkujiya Roboskê ye. Salek berê rojek wek îro balafirên şer yên Dewleta Tirk li Roboskiyê 34 gundiyên Kurd yên sivîl û masûm qetilkirin.

Bûyera Roboskê ne qeza, ne jî hedef şaşkirin e. Bi biryar û plansaziyek navendî qetilkirina Kurda ye. Bi armanc û pêkanîn, berdewamiya trajedya Koçgirî, Sason, Zîlan, Dêrsim û “33 guleyê” ye.

 

Tevî nerazîbûnên tund yên raya giştî ya Kurdan û bi israr şopandina medya û cıvata sivîl, ev salek e ku ne berpirsên qetlîamê derketine holê û ne jî lêpirsîneke cidî hatiye destpêkirin.

Di vê karesatê de hukumeta AKP-ê, hestiyarî û hiqûqnasiya hukumeta DP-ê ya salên 1950-yan ku li hamberî bûyera General Muxlalî nîşandabû jî, nîşan neda ye. Eksê wê, bi xelatkirina fermandarê hêzên hewayî û bi gelek gotaran, ji qatilan re xwedî derketiye.

Meyzandina erka dada Tirk ya li hamberî cînayetên dewletê yên li Kurdistanê, ji berê de meyza “hiqûqa dujminatiyê” ye. Ji vê hêlê de, tu ferq di navbera Dadgehên Îstîklalê û yên “Mahkemên Taybet” de nîn e.

 

Ji qetlîama Roboskiyê du encamên trajîk yên din jî derdikevin holê; yek jê pirsa tinetî û feqîriya gundiyên Kurd e, ya din, heta bi malbata ji hev veqatandina sînorên li ser xaka Kurdistan yên xeyrî meşrû ne. Di rastiya xwe de cînayetên ser hûdûdan, qetlîamên qaçaxan her hebûn e û berdewamin. Belê gelekê wan veşartî mane û ji raya giştî re nehatine eşkere kirin.

 

Ev sed sale tiştên ku li vê cgrafyayê ji Kurdan re rewa hatine dîtin; red û înkar, asîmîlasyon, koçberî, şewitandina gundan, operasyonên eskerî, îşkence û girtinên komelgehî, hemî jî sûcên dijî mirovahiyê ne. Her mirovekî xwedî aqil, wijdan û îzan, divê li hamberî van kiryarên kolonyalîstî derkeve û mafê gelê Kurd yên rewa bi parêz e.

 

Lewra Kurd, miletekî mazlûm, maxdûr û masûm e. Hemî daxwazên Kurda yên azadiyê û cûre xebatên mafparastinê meşrû ne. Mafdar e ku netewa Kurd jî, weke hemû miletên medenî li welatê xwe azad û serbixwe bijî, heye.

Azadiya Kurda mafê tu kesî ji destê wan nagire. Bîlakîs azadiya Kurda wê azadî, bextewarî û dilovaniya Tirkan û gelên din jî bi xwe re bîne. Ji ber ku wê vî şerê bê mane, xerakir û tunekir bi qedîn e.

Bi munasebeta salvegera karesatê em qetlîama Roboskiyê rûreş dikin, êş û jana malbatên mexdûr parvedikin. Her weha banga yekîtî û zêde xwedîlêderketinê li herkesî dikin.

 

28 Çile 2012-Amed

PARTİYA MAF Û AZADİYAN(HAK-PAR)

 

Navenda Şaxa Diyarbekir

Ji bo salvegera komkujiya roboskiyê partiye maf û azadiyan li şaxa amedê pota reş û pankartan ku li ser “em roboskî nadın jibîrkrin, 52 hefteye kujer diyar nebûn, 52 hefteye dewlet lêborîn naxwaze.” nivîsîbûn hatin daleqandin û di nav bajêr de jî pankartên ku li ser “Duh 33 dule, îro 34 guneh” û “zarok tên gulebarankirin kujer tên xelatkirin” hatibûn nivîsandin daleqandin û dê hefteyek din jî daliqandî bimîne.

Eşref Çakan

Amed

About Post Author