GÜNCEL

PÊPELUKEKE NU

PÊPELUKEKE  NU

Dîsa Partiya me ( Partiya  Maf  u  Azadiyan ) diçe kongrê. Kelecanek  nuû dilê me  tije kirıye.

Ez yek ji endamên vê partiyê,  xwe  wek hevalek  Partiyê dibînım.  Her wekî  du zarokê ku  bi hevra  mezin bibin.

Partiya me  nû avabûbû.  Ez ji cara yek  em di partiyekê da   bûbûm desthîlatdar.

Bê tecrûbe û nenaskîrî. Partîya me ji  nû ava  dibû. Wek sebîyek ku  nû ji dayika xwe bûbe. Dest dida  kû em ji hevra bibin heval. An  bi destê hev bigirn . An bi hevra  bileyizin. Wek du  zarûken hemsal û   du  zarokên kolanan.

Sal di salê de  bi ketin û rabun em  bi hevra mezin bûn. Me bi hevra  emr  derbas kir. Min xortaniya xwe derbaskir, partîya min hat ciwaniya xwe.

Partiya me bi tel û bejna xwe mezin nebû. Lê belê bi  kar û kirinên  xwe gelek deng da. Nêrinên nû anî pêş  raya gîşti.  Di tekoşîna  neteva Kurd da gavên yek m avet. Destpêkek  nû li dar xîst.  Bîr û  baweriyen xwe bê tirs anî ziman. Nêrinen xwe zelal zelal gihand  raya gîşti. Di nav xwe da demokratîk ,ser bixwe  û  azad fîkîri. Li dervayê  partîyê jî nerînek demoratîk da  nîşandan.

Di mijara çareseriya neteva Kurd da her dem anî ziamn ku mafê  Kurdan ê xwe bi xwe  îdarekirinê heye.” Û ji bo çareseriyê jî got sazimanek federal pêwîst e.Ev  nêrin û daxwaz helwestek  rast bû.  Niha ez bala xwe didimê ku hemû Kûrd piştgirê vê daxwazê ne.

Partîya me bi vê  helwestê 5  kongreyên xwe  li paş  hêşt. Roja Yekşema 26ê’ Cotmehê da komcîvina xwe ya 6an li dar dixe. Ji bo  m e û partiya me ev pêpelûkek nû ye .Dîivê komcîvinên da ji bo Serokatîya gîşti  sê hevalên me namzet in. Her sê hevalên me ji hevalên bi qedir  û giranbiha ne.  Û ev yek ji  bo partiya me jî serkeftineke  mezin e. Mixabin gelek parti di komcîvinên xwe da du namzet nabinîn. Partîyek wek  partîya me ku tê derfet u îmkanen wê  tune ye,bes fedekarî heye. Di  pêşerojek kurt da derfetên  menfeetê xuya nake. Lê belê ji bo serokatîya gîşti hemberî  û  daxazek mezin  heye. Bê guman ev   tişt hêviyek mezin dide min.  Û ez  bawer  im, ku  pê bi pê ,wê ev hêviî di nav gelê me da jî mezin bibe.

Hemû komcîvinen vê partiye bûne sebên bûyerên  nû. Me di  komcivînan xwe y a yekem da vekirina  komcîvine bî kurdî  kir. Ev yek di çapemenîyê da bû bûyerek bal keş. Lewra ev cara yek em bû k u di kongra partiyekîê da zimanê kurdi hatibû xevbitandin. Dijberên  demokrasiyê  bi yek dev di gotin ev partî wê  welat parçe bike.

Di komcîvinan me ya duyem da me bi aweyek fermî  daxaza federalîzme kir bernama xwe.  Dîsa nîjaperestan  reaksîyonek mezîn li hember mel  i darxistin. Gotîn “ Li çiftlîka Enqere sloganên Federasyonê.  Piştî vê  kongrê  me daxaza federalîzmê li her deriî anî ziman. Jî bo vê daxaza xwe me gelek  nivîs u daxuyanî  anî  pêşberî  raya gîştî. Di hemû hilbijartinan da me propaganda federalîzmê kir. Îro ev daxaz di nav gelê me da bu wek marka ekê. Ev marka ,marka Partîya Maf û Azadî’ye.  Em bi vê marka xwe serfîraz in.

Me di sîyasetê de şîddet qebul nekîr. Me demokrasîyê bi kar anî. Me bîr  û  rayên xwe  ne veşart. Em bi  aşkerayi lê xey derktîn. Me ser î  li ber tundîye dananî. Ûem li ber menfaetê  ne tewiyan.Me di bawerîya xwe da şikestin ne xar. Riya me  rêyek rast bû. Em tu car jî  rastîya xwe derneketin. Ev sekna  me ya rast ,di civata Kurd da  jî  bû wek  nimûneyek.

Partiya me ji zarûkatîyê hat xortaniyê. Li hember  hemû  nexweşînan lewaziya  xwe derbas kir.Bû xwedî dest û pê. Jî bo gelê  Kurd ji bû heviyek.

Şert û  mercên sîyasi û civakî  em hêdî  hêdî  mezin kirin. Lê ez bawer im ku di demek kurt da wê  partiya  me ji  bo gelên Kurd bibe hêviya  herî  mezin. Komcivîna me ya 6an di ve  riyê da pêpelukek nû ye û gavek mezin e. Divê em bi dîlşayî  û bi kêf u eşk biçin komcivîna 6an.

Ji bo gelê me û ji bo partîya me pîroz be.  21 cotmeh 2014

Abdulmenaf KIRAN

About Post Author