Miletê Kurd ewladekî xwe yê gernas ji dest dabû. Kedkarê doz û çanda Kurdî, dilsozê rêya azadîya Kurdistanê, tekoşerê bê westan Xidir MAK heyf û mixabin ku, berî du salan jîyana xwe ji dest dabû. Kek Xidir li Almanyayê bû. Demeke dirêj tedawîya wî berdewam kiribû. Xidır MAK ji penca pêceşêrê xelas nebibû, nekarî zêdetir li ber xwe bide.
Kek Xidir hevalekî gelek zîrek û dilovan bû. Li ser reqasa folklora Kurdî şareza bû. Di gelek çalakîyan de sergovend bû, serkêşê şadumanî û şevên pîrozbahîyan bû. Ji ber karê sîyasî di 12’ê Îlonê da ji hevwelatîyê hatibû derxistin.
Ji Dêrsîmê dest pê kiribû jîyana wî û li Almanyayê dawî hatibû. Folklora Kurdî ma sêwî, govendgerê reqasa Kurd Xidir MAK jîyana xwe du salan berî vê ji dest dabû. Bêguman her mirinek zû ye. Lê mirina Kek Xidir gelekî zû bû. Heyfa giran.
Komkar û HAK-PAR spasdarê te ne hêja kek Xidir. Te em gelek xemgîn kir, lê bawerke tu yê neyî jibîrkirin. Di her şahî û govend û reqasên Kurdan de em dê her tim te bi bîr bînin, dilovanî û dilsozîya te nayê jibîrkirin. Ruh şad be, rihet razê. Hevrêyên te doza te a pîroz nivco nahêlin, emê doza azadîyê ta serketinê bi dil û can bidomînin.
Serê malbata wî, hezkiryan, dost û heval û hogir û hevkaran sax be.
Bila serê miletê Kurd sax be. 28.04.2022
NİVSÎNGEHA RAGIHANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ YA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN – HAK-PAR