Ji bo Raya Giştî û Çapemeniyê!
Ev roj ango 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî ye. Gelê kurd, di sedsala 21an da dîsa nikare zimanê xwe bi awayeke azad bikarbîne. Gelê kurd ji pîrozkirina vê rojê wek cejn dîsa bêpar e.
Wek tê zanîn di sala 1999an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanên li dinê bigre, ji bo zextên li ser zimanên zikmakî yên hindikahî û gelên bindest bên rakirin û ji bo xurtkirina zimanên li ber mirinê, li seranserî dinê 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Zikmakî îlan kir.
Li gor îstatîstîkên UNESCOyê li dinyayê ji 6 hezarî zêdetir ziman hene. Nêzikî 2500 ziman li ber windabûnê ne. Her weha li Tirkiyeyê jî nêzikî 20 ziman di bin çerxa asîmîlasyonê ya rejîma unîter da tekoşîna hebûn û nebûnê didin. Mixabin ji bo pêşî libergirtina asîmîlasyon û mirina zimanan, UNESCO li Tirkiyeyê ne xwedî program û projeyên berbiçav e.
Ji ser avabûna Komara Tirkiyeyê ra 94 sal derbas bûn. 94 salên ku li Tirkiyeyê, bi dehan ziman ji aliyê dewletê ve hatine qedexekirin. Xasima jî zext û zordestiyên li ser zimanê kurdî dem bi dem gihîşt asteke faşîzan. Zimanê kurdî bi temamî dihat înkarkirin, kesên ku bi kurdî ve mijûl dibûn dihatin girtin, weşanên bi kurdî dihatin berhevkirin, cezayên giran li xebatkarên wan dihatin birîn.
Herçiqas bi vekirina TRT 6ê û li hin zanîngehan vekirina beşên kurdî polîtîkayên înkarê îflas kiribe jî, zimanê kurdî hê jî bi awayekî azad nayê bikaranîn. Lewra, perwerdehîya bi zimanê tirkî ji aliyê rayederên dewletê ve wek xeteke sor a dewletê tê diyarkirin. Ziman di qada perwerdehiyê da hê jî qedexe ye.
<span;>Girtiyên kurd, li dadgehan nikarin xwe bi zimanê dayîkê biparêzin. Dewlet dev ji înkarê bernade. Parastinên ku bi kurdî tên kirin, “wek zimanekî ku jê nayê fêm kirin” di belgeyên fermî da tê qeydkirin.
<span;>Tirkiye, pêwîstiyên Peymana Lozanê ku di 24ê Tîrmeha 1923an da pesend kiribû jî, bi cih nayne. Di xalên 39 û 40î yên Peymana Lozanê da, di hemû qadên jiyanê da bikaranîna zimanên neteweyên ku li Anatolîyayê dijîn, bi awayekî resmî hatibû qebûlkirin. Lê mixabin 94 sal e ku ev bi cih nahê.
Herweha, li gor Peymana Mafên Zarokan ya ku ji aliyê Tirkeyê ve jî hatibû pejirandin, perwerdehîya bi zimanê zikmakî wek mafekî zarokan yê xwezayî hatiye pejirandin. Lê careke din mixabin, Tirkiyeyê xala 30î ya vê peymanê nepejirandiye.
Li gel gelê kurd, gelek gel û kêmneteweyên ku li Tirkiyeyê hene jî, nikarin zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê da bikar bînin. Çerxa asîmîlasyonê ji bo wan jî digere, mixabin ku ger dewlet dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê bernede, dê di demeke nêzîk da gelek zimanê bihelin û wenda bibin.
Em careke din dixwazin bidin zanîn ku ziman rûmet û nasnameya gelan e. Asîmîlasyon jî sûcekî mirovahiyê ye. Divê dewlet di warê ziman da dev ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde û hewcedariyên peymanên navneteweyî yên ku qebûl kiriye, bi cih bîne. Divê destûra bingehîn bê guherandin û astengiyên li ber azadiya ziman bên rakirin. Li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî jî wek zimanê fermî bê pejirandin. Ji bo bi zimanên din jî perwerdehî bê kirin, derfet bên peydakirin. Zimanê kurdî di hemû saziyên dewletê da bê serbestkirin. Navên cihên cografîk bên îadekirin. Elîfbaya kurdî bê naskirin. Xebat, lêkolîn û lêgerînên ji bo xurtkirin û pêşdabirina zimanê kurdî bên destekirin û ji kesên ku dixwazin di vî warî da bixebitin ra derfet bên avakirin.
Herweha, ji bo pûçkirina polîtîkayên red, înkar, qedexekirin û asîmîlasyonê, bang û daxwaza me ji gelê me jî ev e, ku bi kurdî bipeyîvin, bi kurdî binivîsîn, bi kurdî bixwînin, bi kurdî bifikirin û bi kurdî bijîn.
Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.
Partiya Maf û Azadiyan Şaxê Amedê
NİVSINGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊA PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAK-PAR